Sûriye û Tirkiye peywendiyên xwe yên bazirganî pêş dixin

Deriyê Sînorî yê Qamişlo - Nisêbînê
Deriyê Sînorî yê Qamişlo - Nisêbînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikê ya Sûriyeyê destpêkirina karên nûjenkirin û amadekirina Deriyê Sînorî yê Qamişlo – Nisêbînê yê ligel Turkiyeyê ragihand. Ev pêngav wekî amadekariyek bo destpêkirina qîrkirina qadên barhilgiran û rêyên xizmetkarî û geştiyariyê di nav wî derîyî de.

Rêveberê Rêveberiya Peywendiyan û Hevkariya Navdewletî di Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikê ya Sûriyeyê de Mazin Elûş îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, ragihand ku Rêveberiya Dezgeh û Çêkirinê dest bi karên kolan û rêkxistina erdî û amadekariyên teknîkî yên pêdivî kiriye, da ku di zûtirîn dem de qîrkirina qadên barhilgiran û rêyan dest pê bike.

Elûş ron jî kir ku ev kar di çarçoveya plana giştgir a nûjenkirin û pêşxistina jêrxaneya wî derîyî de ne. Qonaxên bicihanînê dê li gorî bernameyên teknîkî û bicihanînê yên pejirandî bin, bi armanca amadekirina qad û rêyan û bilindkirina karîna wan daku ligel pêdivîtiyên kar biguncin û çûnûhatin û xizmetkariyan bo geştiyar û barhilgiran bileztir bikin.

Rêveberê Rêveberiya Peywendiyan û Hevkariya Navdewletî tekez jî kir ku destpêkirina fermî ya karên avakirin û amadekirina vî deriyî girîng e, ji ber ku Sûriye û Turkiyeyê digehîne hev û dibe deriyê heftê yê sînorî yê di navbera wan her du welatan de.

Elûş herwesa got ku qonaxa yekê nûjenkirina qadên hawirde û hinardeyê û qadên tranzêtê, herwesa avakirina avahiya rêveberiya wî derîyî, holên geştiyaran, gumrik û cihê xwecihbûna karmendan vedigire, ku rûberê giştî yê wî derîyî bi nêzîkî 558.000 mêtren çargoşe tê texmînkirin.

Wî berpirsê Sûriyeyê eşkere jî kir ku wê projeyê girîngiyeka mezin heye, ji ber rola wî di vejîna tevgera lihevguhertina bazirganî û piştgirîkirina aboriyê de, herwesa vekirina asoya berfirehtir li ber tevgera tranzêtê û veguhastinê di nav axa Sûriyeyê re, ligel kêmkirina zextê li ser deriyên din ên sînorî û kurtkirina dûratiyê û dema çûnûhatinê bo welatî û geştyaran.