Kovara Psychology Kurdî bo 10 saliya xwe sempozyûmekê li Mêrdînê li dar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Kovara yekê ya derûnnasiyê ya bi zimanê Kurdî, "Psychology Kurdî", ji bo 10 saliya damezrandina xwe sempozyûmeke berfireh li bajarê Mêrdînê li dar dixe. Biryar e ku ev sempozyûm di rojên 3 û 4ê Cotmeha 2026ê de li Baroya Mêrdînê pêk bê.

Ev sempozyûma girîng dê di bin diruşm û mijara sereke ya "Tendirustiya Derûnî û Edaleta Civakî" de bê birêvebirin, ku tê de bal bo ser bandora zext, newekhevî û bêedaletiya li ser tendirustiya derûnî ya civakê tê kişandin.

Li gorî bernameya sempozyûmê, rûniştinên roja yekê dê li ser trawmayên civakî, rûbirûbûn, şîna civakî û lêgerîna edaletê ya di bin siya pergalên darazê de bin. Di roja duyê de jî, girîngiya zimanê dayikê di parastina zaroktiyê de, pirsgirêkên koçberiyê û wekheviya di wergirtina xizmetên tendirustiyê de dê derkevin pêş.

Di vê çalakiyê de hejmareka zêde ya pispor, akademîsyen, hiqûqnas û derûnnasan dê amade be û dê mijarên cuda cuda binirxînin:

- Trawmatolojî û Derûniya Polîtîk: Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan li ser trawmatolojiya navçandî, Prof. Dr. Melek Göregenli li ser têkiliya mirov û mekan, û Prof. Dr. Burhanettin Kaya ligel Prof. Dr. Selçuk Candansayar jî li ser derûniya polîtîk û şîna civakî radiwestin.

- Trawmayên Kolonyal û Ziman di Tendirustiyê de: Prof. Dr. Fuat Tanhan, rojnameger Ali Duran Topuz û Doç. Dr. Mesut Işık mijara trawmayên kolonyal nîqaş dikin. Prof. Dr. Sibel Sakarya û Edîtorê kovarê Abdulsıttar Özmen jî balê dikişînin ser astengiyên ziman û girîngiya pêşxistina zimanê Kurdî wekî zimanekî zanistî.

- Pergalên Darazê û Mafên Mirovan: Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan Mehmet Emin Aktar, Cahit Kırkazak û Sezgin Dinç bandora pergalên darazê li ser derûniyê dinirxînin.

- Koçberî, Folklor û Zimanê Dayikê: Prof. Dr. Safiye Yıldız, Doç. Dr. Abdurahim Özmen û Doç. Dr. Necat Keskin li ser pirsgirêkên derûnî yên koçberan diaxivin. Dr. Ramazan Pertev, Doç. Dr. Nurettin Beltekin, Dr. Hozan Saatçıoğlu, Dr. Seher Oral û psîkiyatrîst Azad Dildar jî bandora perwerde û axaftina bi zimanê dayikê ya di navbera nexweş û terapîstan de dinirxînin.

Mamoste Sîdar Özmen û Derûnnas Siyabend Aslan, ku ji edîtoriya kovarê ne, pêşkêşî û axaftina destpêkê dikin, herwesa Derûnnas Zelal Coşkun, Derûnnas Berfin Güler, Parêzer Dilan Koç, Dr. Sevda Orak, Dr. Güneş Kan û Dr. Ahmet Özel jî dê moderatoriya rûniştinan bi rê ve bibin.

Edîtoriya Kovara Psychology Kurdî diyar jî kiriye ku ev sempozyûm fersendeka mezin e bo axaftina li ser birînên civakî û ragihand ku deriyê tevlîbûnê ji bo hemî kesên eleqedar vekiriye.