Şiroveker: DEM Partî dizane ku gumana civakê ji pêvajoyê heye
Diyarbekir (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe ya Diyarbekirê de bal kişand ser qonaxên pêvajoyê û amaje kir ku qonaxa yekê çekdanîn e û qonaxa duyê jî mafên rewa yên kurdan e. Şîrovekarên siyasî jî dibêjin ku daxuyaniyên Tuncer Bakirhan ji bo ku DEM Partî piştgiriya xwe ya civakî winda neke hatine gotin, şîrovekar dibêjin ku ji xwe bêyî nasname zimanê kurdî ti caran pêvajo bi ser nakeve.
Di pêvajoya çareseriya pirsa kurd de, piştî ku yasaya pêvajoyê ji aliyê Parlementoya Tirkiyeyê ve hat derxistin, niha raya giştî li bendê ye ku Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê jî çekdanîna PKKê bipejirîne daku yasaya pêvajoyê bikeve meriyetê. Rayedarê DEM Partiyê jî balê dikêşin ser wê yekê ku dema yasaya pêvajoyê bi awayeke serkeftî were bicihanîn, vê carê wê di pêvajoyê de mafên rewa yên kurdan werin rojevê.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di vî warî de got: “Pêvajo heta niha ji bo ku zemîna pevçûnan veguhêze ser zemîna siyasetê meşiya, em heta niha derbarê mafên demokratîk ên kurdan de neaxifîne, em derbarê nasnameyê de neaxifîne, em derbarê perwerdehiya zimanê me yê wek şîrê dayîkê helal e de neaxifîne, em derbarê qeyûman de neaxifîne, em derbarê daxwazên me yên ku me bo wan gelek berdel daye neaxifîne. Înşallah dema qonaxa yekê bi awayeke serkeftî bi dawî bibe em dê di qonaxa duyê de behsa mafên xwe yên rewa bikin.”
Şîrovekarên siyasî jî balê dikêşin ser wê yekê ku di nava civaka kurd de bo çareseriya pirsa kurd daxwazeka mezin û xurt heye lê ji ber ku mafên rewa yên kurdan nehatine rojevê, di civaka kurd de bo pêvajoyê hîn jî guman heye û baweriyek xurt derneketiye holê.”
Şirovekerê Siyasî Zekî Akkoç li ser vê yekê got: “Bi texmîna min, DEM Partî dizane ku gel ji wan ketiye şikê ji ber wê yekê jî peyamê didin gel û dibêjin mafên kurdan jî wê werin rojevê, çima heta niha nedigotin, ji xwe ziman û nasname bingeha vî karî ye.”
Li aliyekê rexne li pêvajoyê tê kirin ku pirsa kurd bi çekdanînê ve tê sînordarkirin, şîrovekar jî dibêjin ku heta ziman û nasname neyên nasîn navê pêvajoyê nabe çareseriya pirsa kurd.