Li Stenbolê Festîvala Xêz û Karîkatûran bi rê ve çû

Stenbol (K24) - Heyranên karîkatûr, wêne-çîrok, manga û anîmasyonan di Festîvala Xêzê ya Kadikoyê de gihiştin hev. Ji dîdarên nivîserên wêne-çîrokan heta nûmayîşkirina fîlman, ji pêşengehê heta konsertên mûzîkê bernameyeke dewlemend pêşwaziya wan kir. Çi ji Ewropayê çi ji Rojhilata Navîn, gelek mêvanên festîvalê hebûn ku yek ji wan Alî Rastrooyê ye ku parek ji xizmên wî ji Kurdên Merîwanê ne.

Zarokan jî têra dilê xwe wêne xêz kirin û hinek ji wan jî bi kincên qehremanên xwe yên wêneçîrokan reng dabûn festîvalê.

Yek ji wan di vî warî de ji K24ê re got: “Ez Doktor Plague ango Dr. Veba me. Ez hatim vê derê ku van kesên li vê pêşengehê baş bikim. Ji ber ku hemî kesên li vê derê bi nexweşiya Vebayê ketine. Ev jî dermanê min e. Dê van nexweşan bi vê dermanê baş bikim. Çi nexweş ji destê min xilas nabin, dê hemî baş bibin.”

Jinekê ji K24ê re got: “Ez ji lîstîka Team Fortress 2 Payro me. Çi pêşeroj û paşaroja vê kerekterê diyar nîne. Tenê wekî nexweşê şîzofren tê naskirin û hemî tiştî wekî kêz û çîçekan dibîne. Hin kêmasiyên vê kostûma min hene. Armayên wê hebûn lê ew negihiştin destê me, mixabin. Ev mask jî hevalekî min da min.”

Yek ji dîmenên rengîn ên vê festîvalê firotina pirtûk û kovaran bi awayeke mezad bû. Çi biha çi erzan, hemî berhem hatin firotin.

Ev meh û meha bê ji bo Stenbolê mehên festîvalan in, lewra niha jî li bajarokê Beyogluyê festîvala sahafan bi rê ve diçe û ya şano û wêneyan jî çend rojên din li pêşiya me ne.