Mafên zindaniyên siyasî û şehîdên Herêmê dikevin ser hikûmeta federal
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan ê Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Zindaniyên Siyasî ya Iraqê ragihandin, wan rêkeftin li ser çalakkirina lîjneya hevbeş û veguhastina dosyeyên zindaniyên siyasî yên Herêmê bo ser hikûmeta federal kiriye, da ku ji aliyê madî û manewî ve werin qerebûkirin.
Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan ê Herêma Kurdistanê Ebdullah Hacî Mehmûd îro 29ê Îlonê di konferanseke reojnamvanî ya hevbeş ligel Serokê Dezgeha Zindaniyên Siyasî ya Federal a Iraqê Dr. Welîd Sehlanî de, ragihand ku ji bo destpêkirina xebatên lîjneya hevbeş rêkeftin hatiye kirin û biryara karkirina fermî dê ji aliyê Dezgeha Zindaniyên Siyasî ya Iraqê ve were derxistin.
Wezîrê Şehîdan ê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku ev pêngav xizmetê ji bo zindaniyên siyasî û hemû gelê Kurdistanê bike û ev gav wek destpêkeke baş a pêkvejiyanê binav kir.
Herwiha Ebdullah Hacî Mehmûd hêvî xwast ku lîjne di zûtirîn dem de dest bi karê xwe bike, daku hemû dosyeyên zindaniyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî derbasî ser hikûmeta federal bibin.
Ji aliyê xwe ve, Dr. Welîd Sehlanî ragihand, ti pirsgirêk di navbera wan de nîne, belkî hevahengî û jihevtêgihîştineke xurt heye. Herwiha bal kişand ser hewlên şanda Herêma Kurdistanê yên di qonaxa borî de ji bo baştirkirina rewşa zindaniyên siyasî û malbatên şehîdan.
Sehlanî aşkere kir jî, wan li ser çend gavên giring li hev kiriye; bi taybetî çalakkirina bîrnameya hevtêgihîştinê li ser bingeha rêkeftinên fermî yên berê yên hikûmeta Iraqê, ku wek gaveke erênî û avaker e ji bo misogerkirina hemû şayîsteyên qanûnî û qerebûkirina wan.
Derbarê aliyê darayî de, Serokê Dezgeha Zindaniyên Siyasî ya Federal diyar kir ku ji destpêkê ve rêkeftineke fermî heye û di çarçoveya pişka Herêma Kurdistanê ya di bûdceya giştî de hatiye cîbicîkirin.
Li gorî rêkeftinê, ew birê pereyê ku dikeve bin sîwana qanûnên dadweriya veguhêzbar (edaleta veguhêz) — ku zindaniyên siyasî, malbatên şehîdan û girtiyên rizgarbûyî li xwe digire — dê ji pişka Herêma Kurdistanê ya di bûdceyê de were terxankirin û dayîn.