Ocalan: Erkê PKKê bidawî bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di peyamekê de ji bo "Konferansa Aştî û Yekîtiya Demokratîk" a li Londonê ragihand, derbasbûna ji şerê çekdarî ber bi aştiyeke mayînde ve, pêwîstiya wê bi guhertinên kûr ên siyasî, hiqûqî û civakî heye. Ocalan tekez kir jî, erkê tevgerê bi dawî bûye" û divê êdî siyaseta demokratîk bikeve dewsa çekan.
Di peyama xwe de bo konferansa ku ji aliyê Navenda Karûbarên Kurdî ve li paytexta Brîtanyayê hatibû organîzekirin, Ocalan destnîşan kir ku aştî tenê bi rêkeftinekê yan bi derxistina yasayekê pêk nayê û got: "Çekdanîn tenê destpêk e, ya sereke avakirina civakê ye. Derbasbûna ji şerê çekdarî ber bi aştiyeke mayînde ve, pêwîstiya wê veguhertineke demdirêj a siyasî, hiqûqî, sazûmanî û civakî ye ku armanca wê ya bingehîn avakirina civakeke demokratîk be."
Derbarê çarenivîs û rola PKKê de, Abdullah Ocalan diyar kir, ew tevger li gorî mercên qonaxeke taybet ji bo man û nemanê hatiye damezrandin û got: "PKKê hebûna Kurdan îsbat kir û zincîra înkarê şikand. Di cîhana îro de, gelê Kurd êdî rastiyeke dîrokî ye ku nayê înkarkirin; ji ber vê yekê erkê dîrokî yê tevgera me bidawî bûye. Mîna her pêkhateyeke şoreşger, PKK jî dema ku mîsyona xwe temam kir, divê veguhere şêwazekî nû."
Ocalan herwiha diyar kir, guhertina şêwaza têkoşînê yan dawîanîna li xebata çekdarî nayê wateya xweradestkirinê, lê derbasbûna ber bi qonaxeke nû ya dîrokî ye û hişyarî da ku eger li ser şêwazên kevin pêdagirî were kirin, dê ziyaneke mezin bigihêje gelê kurd.
Rêberê PKKê di beşeke din a peyama xwe de got: "Siyaseta demokratîk cihê stratejiya şerê rizgariya neteweyî girtiye. Di vê qonaxa nû de çekên me yên herî bihêz ev in: gotin, yasa û civaka rêxistinkirî."
Ocalan di dawiya peyama xwe de banga dabînkirina zemînekê ji bo wan kesên ku çek hilgirtine kir û got: "Ew kesên ku têkoşîna çekdarî meşandine, divê bikaribin bi aramî vegerin nav jiyana sivîl û siyasî. Pêwîst e derfet ji wan re were dayîn da ku di qada siyaseta demokratîk de berpirsyariyê bigirin ser milê xwe û di serdema nû ya bêçek û bêtundûtûjiyê de bibin parçeyekî çalak û avaker."