PDK û YNK daxwaza lêkolînê li ser şehîdkirina du xortên Kurd dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê daxwaza pêkanîna komîteyeka lêkolînê û lidarxistina civîneka lezgîn a encûmenê li ser şehîdkirina du xortên Kurd li sînorê nahiya Pirdê dikin.
Serokê Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd îro Sêşemê, 29ê Îlona 2026ê, di kongreyeka rojnamevaniyê ya hevpar de ligel Fraksiyona YNKê ragihand: "Em daxwaza pêkanîna komîteyeka lêkolînê li ser şehîdkirina wan her du xortên Kurd ên Pirdê dikin, di eynî demê de me daxwaz kiriye ku civîneka lezgîn a Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî li ser wê arêşeyê bê lidarxistin."
Serokê Fraksiyona PDKê tekez li ser wê yekê jî kir ku ew piştevaniya bizavên ewlehiyê dikin û got: "Em jî di rûbirûbûna DAÎŞê de hevkar in, lê divê operasyonên dijî DAÎŞê gelek hûrtir bên kirin û hevahengiyeka temam ligel hêzên ewlehiyê yên navxweyî yên Pirdê hebe, daku di bin navê rûbirûbûna terorê de welatî û ciwanên bêguneh neyên armanckirin."
Di pareka din a axaftina xwe de, Hesen Mecîd daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê kir ku bi lezgînî fermana pêkanîna komîteyeka taybet a lêkolînê derbixe, ji ber ku di demeka gelek kêm de du ciwanên Kurd bi neheqî hatine şehîdkirin.
Di dawiyê de jî, Serokê Fraksiyona PDKê tekez kir ku fraksiyona wan bi hevahengî ligel aliyên peywendîdar bi hûrî vê dozê bişopînin û bêdeng nabin heta ku rastî bo raya giştî bên eşkerekirin.