Sîrwan Barzanî: Vekişîna hevpeymanan bandoreke nerênî li ser hevahengiyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Sîrwan Barzanî ragihand ku vekişîna hêzên hevpeymanan dê bandoreka nerênî li ser hevahengî û lihevguhertina zaniyaran hebe û tirsê çê dike; Serokerkanê Pêşmergeyan tekez jî dike ku hêzên Pêşmergeyan li ser erdî ji bo her gefekê amade ne.
Fermandarê Mîhwerê Şeşê Hêza Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî îro Sêşem, 29ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê got: "Vekişîna hêzên hevpeymanan bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û hêza Pêşmergeyan karekî erênî nîne, bi taybetî dê bandoreka xirab li ser hevahengî û lihevguhertina zaniyar û alîkariyên Pêşmergeyan hebe."
Fermandarê Mîhwerê Şeşê Hêza Pêşmergeyan herwesa nîşan da ku vekişîna hêzên hevpeymanan tirsê li ba welatî û awareyan çê dike.
Herwesa Serokerkanê Pêşmergeyan Îsa Uzêr jî her di wî warî de bo Kurdistan24ê ragihand ku hêzên Pêşmergeyan bo parastina sînorên Herêma Kurdistanê ji her gefekê berdewam bûye, herwesa parastina asmanê Herêma Kurdistanê jî di berpirsiyariya hikûmeta Iraqê de bûye.
Îsa Uzêr herwesa got: "Bi dirêjahiya wê dema ku hêzên hevpeymanan li vê derê bûne, erkê xwe bo parastina Herêma Kurdistanê bi rengekê baş bi cih aniye", piştrast jî kir ku di dema borî de Herêma Kurdistanê rûbirûyî bêtir ji hezar êrişên mûşekî û dronî bûye.”
Serokerkanê Pêşmergeyan li ser vekişîna hêzên hevpeymanan nîşan da ku ne şert e bi vekişîna wan Herêma Kurdistanê rûbirûyî gefan bibe, hêzên Pêşmergeyan li ser erdî bo her gefekê amade ne û di siya wan de Herêma Kurdistanê di destekî emîn de ye.
Ev jî di demekê de ye ku biryar e sibe 30ê Îlonê di çarçoveya lihevkirina di navbera Bexda û Waşingtonê de, hêzên Amerîkayê ji tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê vekişin.