Piştî hatina DAIŞê, 83% kiristiyanên Îraqê li Herêma Kurdistanê xwecih in
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji sala 2014ê ve DAIŞê bi êrîşên xwe jiyana bi hezaran kesan ji pêkhateyên Îraqê xist xeterê. Kurdistan ji wê salê ve ji bo wan pêkhateyan bûye penageheka tena, lê niha ligel vekişîna hêzên Hevpeymanan tirsa vegera DAIŞê û dubarebûna wê xeterê careka dî dengê nîgeraniyê bilind kiriye.
Pêkhate dibêjin ku ti garantiyek nîne ku xetera DAIŞê dubare nebe. Yek ji wan dibêje: “Vekişîna wan di vê demê de bêyî amadekarî dê zirarê bigehîne Îraq û Herêma Kurdistanê, û pêdivîtiya me bi hêzeka xurt heye, hêzek ku serweriya Îraqê bi temamî biparêze. Gelo Îraq gehiştiye wê astê ku bikare xwe biparêze? Lewma ew xeter di dilê her kesekê Îraq û Kurdistanê de heye.”
Niha hejmareka zêde ya pêkhateyên Îraqê li Herêma Kurdistanê xwecih in, xasma jî Kiristiyan. Piştî hatina DAIŞê, hejmareka zêde ya wan Herêma Kurdistanê kiriye cihê xwecihbûna xwe.
Li gorî amareka Hevpeymaniya Kiristiyanan, nêzîkî 83% ji Kiristiyanên Îraqê piştî hatina DAIŞê li Hewlêr û Dihokê xwecih bûn. Her li gorî wê çavkaniyê, 71 malbatên Kiristiyan li bajarkê Elqûşê koç kiriye û ew koçkirin jî hêj berdewam e.
Pêkhate venaşêrin ku hêj xetera DAIŞê li Îraqê bidawî nehatiye, ti aliyek jî garantiyê nade ku bi vekişîna hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê ji Îraq û Herêma Kurdistanê senaryoyên sala 2014ê yên hatina DAIŞê dubare nebin. Xetera mezin a pêkhateyan di wê yekê de ku heta niha Îraqê hêzek nîne ku li bin sîwana destûrî hatibe cemandin.