Brîtanya: Hêzên me bi temamî ji axa Îraqê derketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ligel bidawîhatina fermî ya operasyona Hevpeymanan a dijî DAIŞê, Brîtanyayê vekişîna hêzên xwe ji Îraqê ragihand û eşkere kir ku hevahangiyên wan ên ewlehiyê ligel Bexda û Hewlêrê derbaz dibin qonaxeka nû ya dualî, piştî ku di dema deh salên borî de bêtir ji 111 hezar karmendên ewlehiyê yên Îraqê û bêtir ji 21 hezar Pêşmergeyan perwerde kirine.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê îro Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de nîşan da ku ji ber bidawîhatina operasyona "Îradeya Polayî" û şikandina leşkerî ya rêkxistina DAIŞê, leşker û şêwirmendên Brîtanyayê di çarçoveya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de ji nav axa Îraqê derketine.  Brîtanyayê tekez jî kir ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê niha di astekê de ne ku dikarin berpirsiyariya yekê ya parastina ewlehiya Îraqê werbigirin.

Di wê daxuyaniyê de behsa tevlîbûna Brîtanyayê bi rêya operasyona "Shader"ê kir, ku ji sala 2014ê ve dest pê kiribû; li gorî amaran, hêzên Brîtanyayê bêtir ji 111 hezar endamên hêzên ewlehiyê yên Îraqê perwerde kirine, ji wê hejmarê jî bêtir ji 21 hezar Pêşmergeyên Kurdistanê bûn ku di warên piyade, çarekirina çekan, pûçkirina mîn û bombeyên çandî, alîkariya bijîşkî û endandaziya leşkerî de hatine amadekirin.

Behsa wê yekê jî kir ku balafirên cengî yên Hêza Asmanî ya Şahane ya Brîtanyayê di wê demê de bi hezaran geştên asmanî kirine û bêtir ji 2 hezar û 300 pêgehên DAIŞê bombebaran kirine, zêdebarî kirina operasyonên hewalgirî û çavdêriya berdewam ji bo piştevaniya hêzên bejahiyê.

Li gorî wê daxuyaniyê, vekişîna hêzan bi wateya bidawîhatina peywendiyan nayê, belkî hevpariya berevaniyê ya di navbera London û Bexdayê de derbaz dibe qonaxeka nû ya dualî ku li ser bingeha pêdivîtiyên Îraqê tê danan; ev hevkarîya nû jî bala xwe dide ser rûbirûbûna terorê, pêşxistina karîna leşkerî, hevkarî di warê pîşesaziya berevaniyê û şikandina propagandaya fikrî ya DAIŞê.