Xelkê Qamişloyê ji ber bilindbûna nirxê sotemeniyê nîgeran e
Navenda Nûçeyan (K24) – Zivistan tê û her kes destgirêdayî maye, sotemenî bibiha ye û nirxê wê zêdeyî karînên xelkî ye. Welatî bêhêvî ne û nîgeran in ka bi vî mûçeyê hindik dê çawa mazota germkirinê peyda bikin, xasma jî ku ti çareyeka dî nîne.
Welatiyek di vî warî de dibêje: “Zarokên me biçûk in, herwesa extiyar û nexweşên me jî hene. Em nizanim vî pereyî ji ku bînin. Divê em salekê temam kar bikin, heta em bikarin mazotê peyda bikin. Êdî em çi bixwen û çi vexwen?”
Di dema Rêveberiya Xweser de, her bermîl û nîvek bi 300 hezar lîreyên Sûriyeyî li ser xelkî dihat belavkirin. Niha piştî ku petrol ket di destê Hikûmeta Sûriyeyê de, her bermîlek bi du milyon û 300 hezar lîreyan e, bêyî ku ti zêdebûn li ser mûçeyan çê bibe. Bandora vê yekê jî zêdetir li ser malbatên hejar heye.
Welatiyekî din jî dibêje: “Xelkê feqîr nizane çawa mazota xwe, xwarina xwe, kincên xwe, nexweşên xwe û kirêyên xwe bike. Em hêvîdar in ku ev rêveberiya me, çi Rêveberiya Xweser be çi jî ya din be, rûniştinekê çê bike û li miletê xwe xwedî derkeve wekî berî niha.”
Di salên 2012 û 2013an de, sotemenî nebû û xelkî dar dikirin û dişewitandin. Gelo dîsa her ew rewş vegeriya an jî dê çareseriyek hebe? Demsala zivistanê li ber deriyan e û xelk ketiye taya peydakirina sotemeniyê, welatî dê ji ku mazota germkirinê ji bo zarokên xwe îsal peyda bikin?