Kurdîstanbul: Aplikeyşineke nû bo çalakiyên kurdî yên li Stenbolê ket xizmetê

Stenbol (K24) – Eplikeyşineke nû bo zanîna cih û dema çalakiyên Kurdî yên li Stenbolê hatiye dirustkirin û niha li Apple Store û Google Play e. Kurdên li Stenbolê heke bixwazin bizanin li kîjan navçeyê kîjan rojê çi çalakî heye, dê ji vê eplikeyşinê bizanin. Navê vê eplikeyşinê jî têra xwe watedar e: KURDÎSTANBUL. Yê ku ev nav lê kiriye jî peyamnêrê me yê Stenbolê Mirad Ekîncî ye. 

Stenbol ew bajar e ku li ser rûyê erdê herî zêde Kurd lê dijîn û mehê çendîn çalakiyên siyasî, hunerî û çandî di derheqê Kurdan de bi rê ve diçin. Roj û cihê van hemû çalakiyan êdî di nava aplikeyşineke bi navê Kurdîstanbûlê de ye. Her kesê ku bixwaze bizanibe li kîjan navçeya Stenbolê çi çalakiyên Kurdî hene dê ji vê aplikeyşine bizane. 

Dahênerê Kurdîstanbulê û Endezyarê Compîtirê Yusuf Mert Ateş ji Kurdistan24ê re got: “Çêkirina bernameya Kurdîstanbulê sê meh dema me girt û niha jî em li ser nûkirina wê berdewam kar dikin wê pêşvetir dibin. Cara yekemîn e sazî û dezgehên Kurdan ên li Stenbolê di bernameyeke dijîtalî de tên ba hev û roj û dema dîdar û çalakiyên xwe di vê bernameyê de belav dikin. Niha me nêzikê 10 saziyan li bernameya xwe tomar kiriye lê Stenbolê nêzikê 50 saziyên Kurdan hene û em dê wan jî lê zêde bikin daku her Kurdekî Stenbolê pê agahdar bibe ku li kûderê çi çalakiyên Kurdî hene. Em bi kurtî dikarin bêjin, Kurdîstanbul bernameya berhevbûna Kurdan e.” 

Kurdîstanbul projeya Weqfa Çanda Kurdî KURD-KAVê ye û Serokê wê dibêje, ev bername dê lihevbandorbûneke netewî di navbera Kurdan û sazî û dezgehên wan de çêke û her du alî ji hev sûdemend bibin. Ev tenê xizmeteke dijîtal û civakî niye, armanca xwe ya netewî heye.

Serokê Kurd-Kav’ê Mihemed Celal Baykara dibêje: “Di van 10 salên dawî de em dibînin ku çalakî û dîdarên li ser çand û hunera Kurdî û di derheqê pirsa Kurdî de li Stenbolê gelek zêde dibin. Me wekî Weqfa Çanda Kurdî KURD-KAV girîngî da vê pêşveçûnê û me xwest hemû gelê xwe yê li Stenbolê bi bernameyeke dijîtalî agahdar bikin ku li vî bajarî çi konser û çalakî û konferans ji bo wan heye. Em dixwazin dehan dezgehên Kurdan û şeş milyon xelkê xwe di vê bernameyê de bigihînin hevûdu û xizmeteke civakî û niştimanî bikin. Ev bername di heman demê de xizmeta pêşvebirina hişmendiya netewî dike.”

Her kesê ku bixwaze dikare Kurdîstanbulê ji Apple Store û Google Playê bîne xwarê û ji niha ve çend komele û weqfên Kurdî jî navê xwe lê tomar kirine.