Ji ber barana zêde û teyrokê li Farqînê lehî rabû

Navenda Nûçeyan (K24) – Barana zêde û teyroka ku şevêdî li navçeya Farqînê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê ve barî, bû sedema rabûna lehiyê û di encamê de zirar gehişt hejmareka kargeh û cihên kar ên li wê navçeyê.

Li gorî zanyaran, şevêdî li sînorê navçeya Farqînê baraneka zêde û teyrokê dest pê kir û piştî demeka kêm di encama zêdebûna avê de li hin deveran lehî rabû. Di encama wê lehiyê de jî, kargeh û cîranên wan rastî kêmek zirarên madî hatin û zêdebûna av û heriyê di kolan û rêyên serekî yên wî bajarkî de rêgirî di tevgera welatiyan de çê kir.

Piştî rûdana lehiyê, Hevşaredarên Şaredariya Farqînê Sevim Biçici û Kadrî Esen çûn serdana wan deverên ku ji ber lehiyê ketibûn bin bandorê û rewşa kargehan ji nêzîk ve kontrol kir. Hevşaredaran di nav kargehan de li pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kir û piştrastî da ku tîmên şaredariyê dê zû bi zû hemî bizavan ji bo çareserkirina vê rewşê bikin.

Hevdem tîmên taybet ên Şaredariya Farqînê û DÎSKÎyê (Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê) ji bo paqijkirina av û heriyê, ku piştî lehiyê li ser kolan û rêyan kom bûye, dest bi xebateka berfireh kiriye. Tîmên girêdayî şaredariyê û DÎSKÎyê bi amûrên giran mijûlî vekirina kanalîzasyon û rêyan in û xebata tîman li seranserê bajarî berdewam e.