Festîvala Edebî ya Kurdistana Mezin li Dihokê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya hejmareke berbiçav ji nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û hunermendên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê, li Dihokê çaremîn xula «Festîvala Edebî ya Kurdistana Mezin» dest pê kir.

Festîval îro 3yê Cotmehê 2026an, li avahiya Liqê Dihokê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd dest pê kir. Serokê Festîvalê Rizgar Çawşîn ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ev festîval bi mebesta komkirina nivîskar, helbestvan, hunermend û çalakvanên warê çand û wêjeyê li dar dikeve; bernameyên wêjeyî, hunerî û muzîkê li xwe digire û armanca sereke jî vejandina qadên edebî û afirandina derfetekê ye ji bo hevdîtina xwediyên berheman.”

Çawşîn diyar kir, wan xwestiye bernameya festîvalê tenê bi qadekê ve sînordar nemîne, lewma li kêleka wêje û helbestê, beşa muzîkê, xelatkirin û rêzgirtin li kesayetiyên çandî û hunerî jî xistine nav rojeva çalakiyan.

Serokê festîvalê aşkere kir, di beşa helbestan de cûreyên cuda yên helbestê tên xwendin; ji wan helbesta erûzî ya klasîk, helbesta klasîk a xwemalî û helbesta nûjen (serbest). Herwiha derfeteke taybet ji bo helbestvanan hatiye dabînkirin da ku berhemên xwe pêşkêş bikin.

Di beşa muzîk û rêzgirtinê de jî, qedirgiranî li hember ked û xebata çendîn kesayetiyên navdar ên çandî û hunerî hat nîşandan, ji wan: zimannas Ehmed Ebdullah Zemo (Dihok), Serwet Mîranî Axa Wahîd Beg, derhêner û berhemdarê sînemayê Heleqîr Mihemed Mihsîn (Dihok), Karîn Şêx Selam (Silêmanî) û Fereydûn Mîr Ehmedî (Rojhilatê Kurdistanê).

Derbarê xelatên vê xulê de, Rizgar Çawşîn da zanîn ku di dawiya beşan de xelat li ser beşdarbûyan tên dabeşkirin û got: “Me 36 xelat ji bo beşdarbûyan terxan kirine, ev jî wekî rêzgirtinekê ye ji bo wan kesên ku bi keda xwe ya edebî û hunerî beşdar bûne. Herwiha xelateke taybet pêşkêşî Rêxistina Rewşenbîrî ya Ala tê kirin.”

Hat ragihandin ku xelat ji bo endamên Lijneya Nirxandinê jî hatine veqetandin, ku serokatiya vê lijneyê ji aliyê Elend Mezmûrî ve tê kirin û Etiyat Klasîk ligel Şeban Selîm jî endamên lijneyê ne.

Li ser wate û peyama festîvalê, Serokê Festîvala Kurdistana Mezin anî ziman ku edebiyat tenê nivîsandin û xwendina pirtûkan nîne, belkî parçeyekî zindî yê nasnameya çandî ya civakê ye.

Çawşîn hêvî xwast ku ev çalakî bibe derfeteke berdewam ji bo bihêzkirina çand û wêjeya kurdî, û bibe pireke danûstandinê di navbera xwedî-ezmûn û nifşê nû yê afirîneran de li seranserî Kurdistanê.