Keşeyekî Ermen di sala 1866ê de pirtûkek bi zimanê kurdî nivîsiye
Diyarbekir (K24) – Di dema Împaratoriya Osmaniyan de ji aliyê keşeyekî Ermen ve pirtûkek bi zimanê kurdî hatiye nivîsîn. Piştî salan ev pirtûka hatibû jibîrkirin li Stenbolê di pirtûkxaneyekê de hatiye dîtin û ji tîpên elfabeya ermenî bo tîpên latînî hatiye wergerandin. Amadekarên pirtukê balê dikêşin ku erdnîgariya Kurdistanê bi belgeyan jî hatiye selmandin ku xwedî çandeke xurt a pêkvejiyanê ye.
Bi hezaran belgeyên dîrokî yên bi zimanê kurdî hatine nivîsîn hene ku li benda kifşkirinê ne. Yek ji wan jî pirtûka bi navê Çirayê Ronî bû û ji aliyê çend lêkoleran ve li Stenbolê di Pirtûkxaneya Ataturk de hatiye dîtin. Pirtûka Çirayê Ronî ji aliyê Berpirsê Dêrên Ermeniyan ê Kurdistanê Keşe Migirdîç Dîkranyan ve hatiye nivîsîn. Migirdîç Dîkranyan di sala 1815ê de li Diyarbekirê hatiye dinê û li bajarên wek Xerpêt û Sêrtê jî jiyaye. Di pirtûka Çirayê Ronî de, Migirdîç Dîkranyan balê dikêşe ser rewşa civaka Ermen û çavdêriyên xwe parve dike û her wiha derbarê ola xirîstiyaniyê de jî agahiyan dide.
Berhevkarê pirtûka Çirayê Ronî Tahîr Baykuşak ji Kurdistan24ê re got: “Dema hevalekî me yê Ermen tesnîfa pirtukan dikir, rastî vê pirtûkê hat û nekarî hinek beşên wê bixwîne û ji me pirsî, wê demê em hay pê bûn ku kurmancî ye, pirtûk sala 1866ê li Stenbolê hatiye çapkirin û ji aliyê Murahasê Dêrên Ermenan ên Kurdistanê Migirdîç Dîkranyan ve hatiye nivîsîn.”
Ermeniyên ku di erdnîgariya Kurdistanê de jiyane bi belgeyên dîrokî balê dikêşin ser çanda pêkvejiyanê û li ser vê yekê jî Kurdên ku li Ermenîstanê jî hatine dinê dibêjin ew bi çanda xurt a pêkvajiyanê ya civaka kurd serbilind in.
Narîn Nadirova, Keça Kinyazê Hemîd dibêje: “Gelek xweş e, em dibînin ku bo ol û neteweyan xweşbînî heye, ez çum Başur jî min ev yek dît dêrên ermen û suryaniyan hene, bo min ev yek cihê keyfxweşiyê ye, ev tê wateya aştî û biratiyê.
Pirtûka Çirayê Ronî ku demeke girîng a dîrokê ronî dike niha jî wek mîrateke hêja ya çanda pêkvejiyanê dibek çavkaniyek girîng. Berhevkar û lêkoler balê dikêşin ku divê li çavkaniyên wisa girîng xwedî were derketin.
Tahîr Baykuşak dibêje: “Wê demê dihat bawerkirin ku xwendin û nivîsîn gelan pêş dixe ji feqîrî û belengaziyê rizgar dike, bi vê motîvasyonê ev pirtuk hatiye nivîsîn.”
Bi salan e li erdnîgariya Kurdan dengê zengilê dêrê û denge banga mizgeftê bi awayeke aştiyane tevlî hev dibin û ev çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê hîn jî zindî ye.