Duberekiyên tund li ser projeqanûna Heşda Şeibî derketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Projeqanûna Heşda Şeibî hîn di Encûmena Wezîran a Îraqê de ye û ji ber duberekiyên li ser deshilat û peykerbendiyê di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Serokwezîr Zeydî de nehatiye yekalîkirin.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, projeqanûna Hêza Heşda Şeibî hîn li Encûmena Wezîran e û çend guherîn tê de hatine kirin, ev jî piştî ku komên çekdar ligel Serokwezîr Elî Zeydî gihîştine lihevkirinê. Yek ji wan bendên hatine zêdekirin ew e ku hemî pêkhateyên Heşda Şeibî pişka dronan hebe, daku wan dronan ji komên çekdar werbigirin.
Ji xwebilî wê yekê jî, duberekiyên tund di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Serokwezîr Elî Zeydî de li ser wê projeqanûnê hene, bi taybetî li ser deshilata Serokwezîrî ya diyarikirina jiyê Serokê Desteya Heşda Şeibî. aliyên Şîeyan dixwazin ku jiyê Serokê Desteyê pênc sal be û bê dirêjkirin, lê Zeydî vê yekê red dike û dixwaze jiyê wî tenê du sal be û neyê dirêjkirin.
Endamê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Bîlal Nasirî ji Kurdistan24ê re ragihand ku komîteya Çarçoveya Hevahengiyê ji bo nîqakirina ligel komên çekdar pêngavên baş avêtine, daku civandina çekan di destê dewletê de berî 30ê Hezîrana sala bê bi dawî bibe.
Daxwaz ji hikûmetê hatiye kirin ku li destpêkê projeqanûna Heşda Şeibî li Parlamentoya Îraqê bê pejirandina, daku garantî bi komên çekdar û Heşda Şeibî bê dan ku wek saziyeka fermî ya ewlehiyê tê hesibandin.
Li gorî gotina Bîlal Nasirî, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê pêşwaziya vê daxwazê kiriye, lê duberekî li ser naveroka wê projeqanûnê hene ku peykerbendî, serpişkî û awayê karkirina wê desteyê dê çawa bin.
Encûmena Wezîran a Îraqê li şeva 29ê Îlonê projeqanûna Heşda Şeibî pejirandibû û biryar e ji bo Parlamentoya Îraqê bê şandin, lê heta niha encamên konkrîtî nehatine bidestxistin. Pejirandina wê qanûnê yek ji şertên wan koman bû, heta çekên xwe bidin destê dewletê. Ev jî di demekî de ye ku par Amerîkayê hişyariyeka tund li ser pejirandina vê qanûnê dabû Îraqê û gefên sepandina cezayan li ser Îraqê kiribûn.