Li Hewîceyê DAIŞê êrîşî xaleke Heşda Şeibî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sinorê qezaya Hewîceyê ya girêdayî Parêzgeha Kerkûkê, du çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê êrîş kir ser xaleke leşkerî ya hêzên Heşda Şeibî û kamerayeke çavdêriyê şkand.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran ragihand ku di seetên borî de du çekdarên girêdayî rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi motosîkletekê ve êrîş kiriye ser xaleke leşkerî ya hêzên Heşda Şeibî li sinorê qezaya Hewîceyê.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, di wê êrîşê de çekdarên DAIŞê kamerayeke herarî ya girêdayî Fewca Duyê ya Lîwaya 61ê ya Heşda Şeibî kiriye armanc û pûç kiriye.

Hevdem çavkaniyeke ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand ku di wê êrîşê de ti zirarên canî çê nebûne û amanca serekî ya çekdarên DAIŞê tenê hingaftina kameraya herarî bûye.