Hûsiyên Yemenê bi mûşek û dronan êrîşî ser firokexaneyên Siûdiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Hûsiyan li Yemenê ragihand, wan bi rêya mûşekên balîstîk û dronan çend firokexane û navendên leşkerî li Siûdiyê kirine armanc. Li aliyê din, Hevpeymaniya Erebî da xuyakirin ku wan du mûşek li esmanê Riyad û Xemîs Muşeytê têk birine.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî îro 7ê Cotmeha 2026an ragihand, hêzên wan bi mûşekên balîstîk û dronan çend armanc li kûraniya xaka Erebistana Siûdiyê bombebaran kirine.

Li gorî gotina Serî, armancên wan firokexane û binkeyên leşkerî yên li bajarên Riyad, Ebha û Xemîs Muşeytê, ligel çend binkeyên li herêmên Cazan û Esîrê bûne.

Berdevkê Hûsiyan her wiha got, di encama van êrîşan de geştên Firokexaneya Ebhaye hatine rawestandin, ziyan gihîştiye binkeya Xemîs Muşeytê, embareke çekan şewitiye û kuştî û birîndar çêbûne. Serî her wiha da zanîn ku hêzên wan firokeyeke keşfê ya çekdar a ji corê CH-4 li esmanê parêzgeha Cewfê xistiye xwarê.

Li hember vê yekê, Hevpeymaniya Piştgiriya Rewatiyê li Yemenê a bi pêşengiya Siûdiyê ragihand, hêzên wan ên bergiriya asmanî mûşekeke balîstîk a Hûsiyan ku ber bi Xemîs Muşeytê ve hatibû arastekirin, têk birine. Hevpeymaniyê her wiha destnîşan kir ku mûşekeke din jî li bakurê Riyadê berî ku bigihîje armanca xwe hatiye pûçkirin.

Hevpeymaniyê tekez kir ku paytext Sen'a ligel parêzgehên Sa'de û Îmranê çavkaniyên sereke yên gefên mûşekî yên Hûsiyan li dijî axa Siûdiyê ne. Da zanîn jî, operasyonên wan ên leşkerî ji bo jinavbirina van gefan û têkbirina sekoyên avêtina mûşekan dê dewam bikin.