Iraq û Tirkiye rêkeftinekê li ser hinardekirina petrolê îmze dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Iraq û Tirkiyeyê ji bo berdewamiya hinardekirina petrola Iraqê bi rêya boriya petrolê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve, rêkeftineke salekê îmze kir. Li gorî rêkeftinê, şiyana şandina petrolê dê herî zêde rojane heta 750 hezar bermîlan be.
Pispor û şarezayên aboriyê vê pêngavê wekî derfetekê ji bo berdewamiya firotina petrolê û her wiha wekî rêyeke alternatîf li hemberî Tengava Hurmizê dinirxînin.
Lê belê, Berdevkê Wezareta petrolê ya Iraqê Selîm Rukabî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, ev rêkeftin wekî alternatîfa Tengava Hurmizê nehatiye destnîşankirin; armanc ew e ku bibe xeteke yedek daku li gorî lihevkirina hevbeş a Bexda û Enqereyê, herikîna petrolê ber bi bendera Ceyhanê bênavber bidome.
Rûkabî da zanîn, peymana bi aliyê Tirk re demkî ye û ji bo salekê hatiye girêdan. Armanca wê ew e ku hinardekirina petrola xam a Iraqê bi awayekî ewle dewam bike, heta ku her du welat bigihîjin rêkeftineke demdirêj ku hemû projeyên hevkariya enerjiyê li xwe bigire.
Berdevkê Wezareta petrolê her wiha destnîşan kir, hinardekirina rojane ya 750 hezar bermîl petrolê girêdayî wê yekê ye ku berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê vegere asta xwe ya temam û şert û mercên ewlehiyê baştir bibin.
Li gorî zanyariyan, di dirêjahiya vê salê de her du alî dê kar li ser bingeha peymana sala 1973an bikin, daku rêkeftineke stratejîk û demdirêj amade bikin; bi vî rengî dê di qonaxa bê de hinardekirina rojane ya petrola Iraqê bi rêya xaka Tirkiyeyê bigihîje 1 milyon û 500 hezar bermîlan.