Sê xwendekarên Zanîngeha Zaxoyê bo dîjîtalkirina çanda Kurdî sepanek çê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Sê xwendekarên Zanîngeha Zaxoyê yên pişka Jîriya Destçêkirî projeyeka nû bi awayê sepaneka mobîlê berhem înaye, ku girêdayî komkirin û dîjîtalkirina tevahiya çand, dîrok, kesatî û folklorê Kurdî û bi çar zimanan dê li bedrest be.
Xwendekara Kolêja Endazyarî - Pişka Jîriya Destçêkirî ya Zanîngeha Zaxoyê Perwîn Lezgîn îro Çarşem, 07ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê amaje bi hûrgiliyên projeya xwe kir û ragihand ku fikra çêkirina vê platformê ji wê yekê hatiye ku wan çavdêriya hebûna valahiyeka mezin di berdestbûna zanyarên çandî û dîrokî de bi rengekî hêsan kiriye.
Perwîn Lezgîn ron jî kir ku gelê Kurd xwediyê dîrok, çand û folkloreka gelek zengîn e, lê bidestxistina wan zanyaran bo lêkolîner û xelkê asayî bizehmet bû, pêdivî bû ku kesek serdana gelek pirtûkxaneyan bike daku bigehe zanyareka piştrastkirî li ser dîrokekê, helbestvanekî, yan babetekî folklorî. Ji ber wê yekê, me biryar da platformeka dîjîtal çê bikin ku hemî wan zanyaran di cihêkî de kom bike.
Wê xwendekarê amaje bi wê yekê jî kir ku projeya wan tenê dîrokê venagire, belku tevahiya çanda Kurdî vedigire; wekî:
- Nasandina kesatî û helbestvanên navdar ên Kurd.
- Xwarin û şîrîniyên çandî û gelêrî.
- Kinc, kereste, nexş, zêr û şêwazê xemilandina jinên Kurd ji kevn de.
- Ferheng, zarava, çîrok û îdyemên çandî.
Di derheqa zimanên nav platformê de jî, Perwîn Lezgîn behsa wê yekê kir ku bi merema zêdetir nasandina çanda Kurdî bo gelên dî û parastina wê ji nemanê, ew sepan bi vî rengî hatiye amadekirin:
- Zimanê Kurdî: Bi her du zaravayên serekî (Soranî û Kurmancî).
- Zimanên Îngilîzî, Erebî û Tirkî: Daku biyanî bi hêsanî û ji çavkaniyeka durist agahdarî çanda Kurdî bibin.
Wê xwendekara Zanîngeha Zaxoyê eşkere kir ku tîma wan ji sê xwendekaran pêk tê û ev ji bo dema zêdetir ji şeş mehan e kar li ser wê projeyê dikin, weşana ceribandinê ya wê projeya amade kiriye û di planê de ye ku di paşerojeka nêzîk de ji bo her du sîstemên Android û iOS bixebite û bikeve ber destan.
Perwîn Lezgîn herwesa ragihand ku heta niha tevahiya xercî û karên wê projeyê li ser berîk û erkê wan bi xwe bûye û Zanîngeha Zaxoyê jî di dabînkirina cih û pêşangehan de alîkarî kiriye, lê bo temamkirina projeyê û berfirehkirina databêsa wê pêdivîtiya wan bi sponsor û piştvaniya darayî heye, daku bikaribin hemî aliyên çanda Kurdî bi zindî biparêzin.