Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 2026an bo nivîskara Kanadayî Anne Carson hat dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Akademiya Swêdê îro 8ê Cotmeha 2026an, ragihand ku Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 2026an ji bo helbestvan û nivîskara Kanadayî Anne Carson hatiye dayîn.
Anne Carson ku niha li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê dijî, ji bilî nivîskariyê, di heman demê de wergêr, rexnegir û lêkolereke navdar a warê wêjeya klasîk û kevnar e. Yek ji berhemên wê yên herî berbiçav pirtûka wê ya bi navê «Jiyannameya Sor» (Autobiography of Red) e.
Di daxuyaniya akademiyê de bal hat kişandin ser şêwaza taybet a vê nivîskarê. Anne Carson di nivîsên xwe de sînorên navbera celeban radike; helbest, gotar, rexneya wêjeyî û şêwazên cuda yên pexşanê bi hev re hûnandiye. Şêwaza wê ya nivîsandinê hem wekî afirînereke pir xwerû û xweser, hem jî ji aliyê akademîk û zanistî ve gelekî dewlemend tê pênasekirin.
Carson beriya niha jî gelek xelatên girîng ên navdewletî wergirtine; ji wan wekî berbijêra Xelata Pirtûka Neteweyî ya ji bo Helbestê hatibû nîşandan û xelata «PEN/Nabokov» ji bo xebatên bêhempa yên di wêjeya cîhanî de bidest xistibû.
Xelata îsal a Nobelê ya Wêjeyê bi qasî 11 milyon kronên swêdî (nêzîkî 1.2 milyon dolarê Amerîkî) ye ku ji aliyê Akademiya Swêdê ve tê dayîn.