Li Stenbolê daxwaza fêrbûna zimanê kurdî zêde dibe

Stenbol (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku dixwazin bi riya kursan fêrî kurdî bibin her ku diçe zêde dibe. Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê aşkere dike ku îsal zêdetirî 300 kesan daxwaza kursên kurdî kirine û hejmarek welatiyên Ewropî û Asyayî jî di nav wan de hene. 
Komeleya Lêkolînên Kurdî wekî her sal, îsal jî bi sê zaravayên Kurdî, Kurmancî, Kurmanckî û Soranî qorsan dê bide û ji niha ve zêdetir ji 300 kesan navên xwe tomar kirine.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak ji Kurdisan24ê re got: "Berê tenê saziyek ji bo hînkirina Kurdî li Stenbolê hebû; me her tim di navbera 300 û 500î de xwendekar hebûn. Niha li aliyê Anadoluyê jî saziyeke nû vebûye, lê dîsa jî ew hejmar kêm nebûye, yanî dîsa di navbera 350 û 500î de ne. Bi awayekî erênî pêvajoyek hewa ku çêdibe, bandorekê li civakê dike, atmosferek nermtir ava dike û ew jî dibînin ku bala wan bêtir ber bi Kurdî ve dikişe û dixwazin hîn bibin."

Herwiha got: "Ji bilî Kurdan, gelek kesên din jî hene; ji nîjadên wekî Japonî hene, Çînî hene, Fransî hene, Îngilîzî hene… hene ku hene yanî. Gelek kes ji milet û neteweyên cuda dibin xwendekarên me." 

Mutlu Can jî di bin banê Peymangeha Şaredariya Stenbolê dersên Kurmanckî dide. Ew jî Aşkere dike îsal derûdora 20 kesan serî li dersan dane. Lê li gor wî heke di asta pêwîst te kampîn werin kirin û haya raya giştî ji qorsên wan zêdetir çêbe, dê ev hejmar jî pirttir bibe.

Mamoste Mutlu Can dibêje "Îsal em rûbirû dersên Zazakî didin. Em tenê asta B1ê didin û derdora 20 kesan serlêdana xwe kirine. Ji xeynî vê em ji dûr ve (online) jî kursan didin. Lê ji aliyê din ve Kurmancî nîne; tenê li Şîşlî û Avcilarê ji aliyê du mamosteyan ve rûbirû tê dayîn." 

Li Stenbolê barê Kurdî maye li ser milê çend saziyên sivîl mamosteyên xwebexş. Par digel ku li dibistanên Stenbolê zêdetir ji hezar xwendekar daxwaza dersên Kurdî kiribûn lê bo îsal mamsoteyek jî nehatibû damezirandin.