Sulava Pîranê li Kirmaşanê bilindtirîn sulava Rojhilata Navîn e

Navenda Nûçeyan (K24) – Sulava Pîranê ku dikeve devera geştiyariyê ya Rêjawê ya ser bi bajarê Serpêla Zehawê li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi bilindahiya xwe ya 180 metreyan wekî bilindtirîn sulava Rojhilata Navîn tê naskirin û di lîsteya Mîrateya Sirûştî ya Îranê de hatiye tomarkirin.

Ev sulav bi sê astan diherike xwarê. Li jora sulavê gundê sirûştî û geştiyariyê yê bi navê Jalke heye, û li binara wê jî gundê Pîran ê serbixwe heye ku sulav navê xwe ji vî gundî werdigire. Her wiha ev der di nav xelkê herêmê de wekî «Sulava Rêjawê» jî tê binavkirin.

Ji ber hebûna newaleke asê û daristaneke himbiz li jêra sulavê, gihîştina heta bin sulavê dijwar e. Lê serdanker û geştiyar dikarin bi otombêlan xwe bigihînin jora sulavê li devera gundê Jalkeyê. Tevî ku li wî beşî cihekî rawestana otombêlan û hejmarek keper hatine danîn jî, lê herêm hîn jî ji kêmasiya xizmetguzariyên pêwîst ên geştiyariyê dinalîne.

Devera Rêjawê ji bilî bedewiya xwezayî, xwedî dîrokeke kûr e. Ji bilindahiya sulavê ve û li ser lûtkeyên çiyayên hember, gelek şûnwarên girîng ên dîrokî û pîroz tên dîtin; ji wan:

- Kela Yezdigerd: Şûnwareke dîrokî ya ji serdema şahê Sasanî Yezdigerd e.

- Mezargeha Baweyê Yadgar: Yek ji pîrozgehên herî girîng ên ola Yarsan e.

- Mezargeha Ebû Dûcane û her wiha kaniya dîrokî ya Serava Eskender.

Ev hevsengiya navbera xwezaya bêhempa û şûnwarên çandî û olî, herêma Rêjawê kiriye yek ji balkêştirîn navendên geştyariyê li Rojhilatê Kurdistanê ku salane hejmareke mezin a geştiyaran dikişîne cem xwe.