Li Diyarbekirê panelek bi navê “Taybetmendiyên Zimanê Kurdî” hat lidarxistin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê panelek bi navê Taybetmendiyên Zimanê Kurdî hat li darxistin, di panelê de bi belgeyên dîrokî û bi berhemên nivîskar û helbestkarên girîng ên Kurd behsa qonaxên girîng ên zimanê Kurdî hat kirin û her wiha bal hate kêşan ku navbera zaraveyên kurdî de hevtêgihiştin her ku diçe xurt dibe û bo xebatên zanistî yên kurdî jî pêşerojek geş li pêşiya kurdî ye.
Di çarçoveya Mîhrîcana Rêya Çandê Ya 5. a Diyarbekir de li Pirtukxaneya Profesor Fuat Sezgîn derbarê zimanê kurdî de panelek hat li darxistin. Di panela bi navê “Taybetmendiyên Zimanê Kurdî” de ji aliyê bikaranîna ziman ve behsa dîwana Şêx Ehmedê feqîr, Mewlîda Mele Ehmedê Xesî hat kirin û peywendiyên zaraveyên kurdî hat kirin.
Beşdarên panelê bal kêşandin ku bi belgeyên dîrokî jî hatiye selmandin ku ji Hewramanê heta Mereşê di erdnîgariyek berfirehde zimanê kurdî wek zimanek serdest hatiye bikaranîn û her wiha di salên dawîn de jî tê dîtin ku zaraveyên kurdî jî her ku diçe nêzîkî hev dibin û hevtêgihiştin pêş dikeve.
Akademîsyenê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê Prpfesor Abdurahman Adak di vî warî de got: “Zimanê Kurdî zimanek dîrokî û dewlemend e, ne lehçeyek a farisî ye, zimanek xurt e û heta bêriya îslamê jî diçe, navbera zaraveyên kurdî de jî yekîtiyek çêdibe, kurdên soran zaza û kurmanc her ku diçe bêhtir hev fam dikin, ez vî warî de geşbîn im.”
Di Panela Taybetmendiyên zimanê kurdî de her wiha bal hate kêşan ku her çiqas di berhemên klasik ên kurdî de bandora farisî, erebî û tirkî çêbibe jî zimanê kurdî kariye hebuna xwe biparêze û di dema nujen de jî bi beşên cuda yên zanistê jî bi kurdî berhem tên dayîn.
Akademîsyenê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê Profesor Hayrullah Acar jî got: “Zimanê kurdî bi salan e kariye ser lingan bimîne, pêvajoya ku niha heye bi awayeke erênî bidome dê zimanê kurdî di hemu qadan de ruşda xwe îspat bike, ji xwe îspar kiriye wê bêhtir jî îspat bike.”
Li gorî lêkolînan bi belgeyên dîrokî hatiye selmandin ku zimanê kurdî dewlemend û dêrîn e. Li gorî lêkolînên nujendi cîhanê de ji 7 hezarî zêdetir zimanên zindî hene û bi ji 900 hezarî zêdetir bêjeyan zimanê kurdî di rêza 8 de ye.