Fermandarekê Kurd dibe Serokê Akademiya Leşkerî ya Îraqê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser raspardeya Serok Barzanî û bi îmzaya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, lîwa Nezîr Asim Axa Goran dibe serokê Akademiya Leşkerî ya Îraqê. Di dîroka Îraqê de ev cara yekê ye ku ev post û erk bi kurdekî bê dan û biryar e ku serê hefteya bê bi fermî di vî postî de dest bi kar bike.
Lîwa Nezîr Asim Axa Goran vê êvarê Pêncşem, 15ê Cotmeha 2026ê, bi vê minasibetê peyamek li tora civakî ya Feysbûkê belav kir û tê de nivîsî: "Ez gelek spasî û rêzên xwe arasteyî Serok Barzanî dikim, bo vê baweriya mezin a bi benî û ji ber hemî wê piştgiriya mezin a ku di dema borî de û bi taybetî li Koleja Leşkerî ya Zaxoyê ji bo me dikir."
Lîwa Nezîr di peyama xwe de herwesa spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kir, ji ber piştgirî û alîkariyên wan ên berdewam.
Lîwayê Kurd herwesa di wê peyama xwe de soz jî da ku di vî postê xwe yê nû de bi hemî şiyanên xwe kar bike û bizavê bike ku prosêsa perwerdeya leşkerî li Îraqê bigihîne baştirîn ast.
Navbirî herwesa got: "Armanca min a serekî ew e ku asta kolêjên leşkerî bigehînim asta herî bilind, daku di warê zanistî û leşkerî de wekî akademiyên pêşketî yên cîhanê bin û cîhê serbilindiya hemîyan bin."
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, biryar e ku navbirî li roja 17ê vê mehê di çarçoveya merasîmeka taybet de bi rengekê fermî di erkê xwe yê nû de, ku Serokê Akademiya Leşkerî ya Îraqê ye, dest bi kar bike.