Heta niha bi rêya 'Hejmara Min' zêdetirî 11 trîlyon dînar ji aliyê mûçexuran ve hatiye wergirtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên nû yên projeya "Hejmara Min" aşkere kirin; li gorî amaran, zêdetirî 1 milyon û 140 hezar mûçexur (%99ê giştî) di pergalê de hatine tomarkirin û qebareya danûstandinên darayî ji 11 trîlyon dînarî derbas bûye.
Li gorî rapora fermî, heta niha 1 milyon û 70 hezar mûçexuran kartên xwe yên bankî wergirtine û tenê di mûçeyê meha Îlona borî de, 1 milyon û 20 hezar kesan (ku dike %90ê tevahiya mûçexuran) bi rêya amûrên ATMê mûçeyên xwe wergirtine. Her wiha ji tevahiya wê sermayeya ku ketiye ser hisaban, 62 milyar dînar wek paşkeft di nava bankan de maye.
Di dabeşkirina erdnîgarî de, Hewlêr bi zêdetirî 422 hezar mûçexuran di rêza yekem de ye, piştre Silêmanî bi 372 hezar, Dihok bi 196 hezar û Helebce bi 25 hezar mûçexoran tên. Ji aliyê pêkhateya sûdmendiyan ve jî fermanberên medenî û xanenişîn beşê herî mezin pêk tînin.
Niha li 200 navendên cuda nêzîkî 800 amûrên ATMê bi hevkariya 7 bankên navxweyî hatine bicihkirin û armanc ew e ku hejmar bibe 1000 amûr.
Projeya "Hejmara Min" di sibata 2023an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve bi mebesta veguhestina aboriya Kurdistanê ji danûstandina kaxezî ber bi sîstema dîjîtal a bankî, bihêzkirina şefafiyetê û kêmkirina rûtîn û gendeliyê hatibû destpêkirin.