Kamil Zêweyî: WEkhevkirina mûçeyên zindaniyên siyasî girêdayî pejirandina budceyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî îmzekirina yadaştnameya têgihiştinê di navbera Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalikiriyan a Herêma Kurdistanê û Dezgeha Şehîdan a Îraqê de, dosyeya 25 hezar û 600 zîndanîyên siyasî radestî Bexdayê hatiye kirin, lê bicihanîna biryara wekhevkirina mûçeyên wan girêdayî pejirandina projeqanûna budceya giştî ye.
Serokê Navenda Dihokê ya Zîndanîyên Siyasî Kamil Zêweyî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand ku di lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê de ya girêdayî dosyeya zîndanîyên siyasî û veguhastina mîlakên wan de, li ser nav û dosyeya zêdetirî 25 hezar û 600 kesan lihevkirin hatiye kirin û ew hemî radestî Hikûmeta Îraqê hatine kirin, lê heta projeqanûna budceyê neyê pejirandin, dest bi proseya wekhevkirina mûçeyên wan nayê kirin.
Zêweyî amaje bi wê yekê jî da ku her çend e ev şeş sal bûn karên lîjneya piştrastkirina dosyeya zîndanîyên siyasî hatibû rawestandin, lê ew lîjne dê dîsa dest bi karê xwe bike. Tekez jî kir ku ew zîndanîyên siyasî yên ku heta niha dosyeyên wan nehatine yekalîkirin dê kar li ser bête kirin û navên wan dê li serê hejmarê bêne zêdekirin, ku berê ligel Bexdayê lihevkirin li ser hatiye kirin.
Ev pêşveçûn di demekê de ne ku Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalikiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Şehîdan a Îraqê li roja 27ê meha borî yadaştnameyeke têgihiştinê îmze kiribû, bo wekhevkirina mûçeyên kesûkarên şehîdan û zîndanîyên siyasî ligel Îraqê.
Wekhevkirina mûçe û mafên darayî yên zîndanîyên siyasî û kesûkarên şehîdan ên Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê pêngaveke giring e bo dabînkirina mafên wan ên qanûnî û rakirina cudahiyên darayî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.