Hewramanî: Di reşnivîsa budceya Îraqê de neheqî li Herêma Kurdistanê hatiye kirin

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di reşnivîsa projeqanûna budceya Îraqê de neheqî li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin û li şûna %14.4 ya pişka Herêma Kurdistanê bo %12 an kêmtir hatiye danîn. Eşkere jî kir ku di dema 24 seetên bê de tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê dest bi danûstandinan dike, herwesa piştrastî da ku mûçeyên fermandarên Herêma Kurdistanê bi temamî garantîkirî ne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, di derheqa dawîn pêşhatên projeqanûna budceya giştî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev projeqanûn heta niha neçûye nav Parlamentoya Îraqê, belku tenê li Encûmena Wezîran hatiye amadekirin û di danûstandinan de ye, lê tiştê amadebûyî bi piştrastî ve ne bi dilê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji ber ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li ber çav nehatine wergirtin."

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hûrgilî amaje bi rêje û hejmaran kir û got: "Di merema serhejmêrîya şêniyan de, dîsa neheqiyeka din hatiye kirin; li şûna %14.4 hatiye ser %12 û kêmtir ji wê jî hatiye danîn. Lewma em daxwaz dikin ku pişka Herêma Kurdistanê li gorî wê serhejmêrîyê bê diyarkirin ku hikûmeta federal bi xwe serperiştiya wê kiriye û kiriye. Herêma Kurdistanê her berpirsiyariyeke li ser milê wê bûbe bi cih aniye û divê li gorî rêjeya şêniyên xwe mafê xwe di pişka budceyê de werbigire."

Pêşewa Hewramanî eşkere jî kir ku bi sedema binpêkirina mafên Herêma Kurdistanê di wê reşnivîsê de, tîma wan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di 24 seetên bê de dîsa rû bi rû ligel hikûmeta federal dest bi danûstandinan dike û ew dê bizavê bikin ku her tiştekê mafê destûrî yê xelkê Kurdistanê be biespînin."

Di bersiva pirsyarekê de li ser mûçeyên mehên bên ên fermanber û mûçexorên Herêma Kurdistanê jî, navbirî piştrastiyeka tam da û got: "Wezîrê Darayî û Serokwezîrê Îraqê gelek caran tekez kiriye ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê garantîkirî ne û ew pabendî şandina wan di dema wan de ne."

Hewramanî tekez jî kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi temamî bi cih anîne; çi di dosyeya petrolê de, çi di dahatên negirêdayî petrolê û radestkirina 120 milyar dînaran de, herweha hemî pabendiyên teknîkî yên din ku Wezareta Darayî daxwaz kiribûn hatine bicihanîn. Lewma ti arêşeyek li ser mûçeyan nîne, neyekiya me li ser mûçeyan nîne û bi wê hêviyê jî ti asteng bo mûçeyan çê nabin."

Di pareka din a axaftina xwe de, Pêşewa Hewramanî hişyarî da ku danûstandinên li ser projeqanûna budceyê di parlamentoyê de herdem bizehmet bûne û got: "Berî ku ew wê projeqanûnê di nav Parlamentoya Îraqê de bo me bidûrin, pêdivî ye em hemî wekî Kurd berevaniyê ji mafên xelkê Kurdistanê bikin û yekdeng û yekhelwest bin.”

Navbirî tekez jî kir: “Divê tevaya fraksiyon û nûnerên Kurd di Parlamentoya Îraqê de bo parastina mafên xelkê Kurdistanê yekdest bin, daku wekî salên borî nebe ku em di nerehetiyeka mezin re derbaz bûn û pişkeke mezin a Herêma Kurdistanê hate xwarin û dest bo mûçeyên fermanberan hate dirêjkirin."

Danûstandinên li ser projeqanûna budceya giştî ya Îraqê û gehiştina lihevkirinê di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pişka Herêma Kurdistanê faktoreke serekî ye bo dabînkirina aramiya darayî û mafên rewa yên fermanber û mûçexoran.