Hevserokê DEM Partiyê daxwaza hilweşandina qeyûman û azadkirina girtiyan dike

Tuncer Bakirhan
Tuncer Bakirhan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan rexne li siyaseta Hikûmeta Tirkiyeyê di warê proseya aştiyê de girt û ragihand ku aştî li hola çaverêkirinê namîne û nabe bi hincetên heftane û mehane ev derfeta dîrokî bê windakirin. Eşkere jî kir ku li gorî zaniyarên wan û berpirsên Herêma Kurdistanê, ti çekdarên PKKê di nav axa Tirkiyeyê de nemane.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, di gotarekê de di civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyeyê, bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û rexneyên tund li helwesta desthilata Enqereyê girtin.

Tuncer Bakirhan got: "Ceng û qeyranên siyasî û civakî li Rojhilata Navîn berdewam in, êdî ti pêşhatek di sînorê wî welatî de ku tê de rû dide namîne, kes cengeke mezin naxwaze, lê bo aştiyeke rastîn jî pêngavên pêdivî nayên avêtin."

Hevserokê DEM Partiyê herwesa ragihand: "Ev zêdetirî du salan e em di qonaxeke girîng re derbaz dibin, pêngavên mezin hatine avêtin; dawîn pêngav di 8ê Cotmehê de bû bi biryara vekişîna bi temamî ji Tirkiyeyê, serkirdetiya wê tevgerê (PKK).

Navbirî herwesa ragihand ku yek endamê wan jî nemaye û bingeh û kampên xwe vala kirine, çek hatine şewitandin û biryara vekişînê hatiye bicihanîn. Niha civak bi heqê xwe dipirse: Çi tiştê din maye ku bikin? Hûn li benda çi ne? Divê desthilat ji nîşandana niyetê derkeve û biçe qonaxa biryardanê."

Bakirhan herwesa got: "Xelk ji me dipirse; kengê ji Abdullah Ocalan re şert û mercên peywendî û jiyana azadane têne dabînkirin? Kengê dikare rasterast peyaman arasteyî raya giştî bike? Kengê girtîgeh têne valakirin û kesên dûrxistî vedigerin? Kengê qeyûm têne rakirin û Ehmed Turk û Hevserokên Şaredariya Sêrtê û serokên hilbijartî vedigerin ser karên xwe? Pêdivî ye deriyê parlamentoyê bê vekirin, qanûnên pêdivî bên derxistin, dest ji siyaseta sepandina qeyûman berdin û qanûn nebe darê destê desthilatê."

Navbirî daxwaza pêkanîna desteyeke taybet jî kir û got: "Pêdivî ye bêyî paşxistin 'Desteya Aştî û Siyasîkirinê' bi hevahengiya Ocalan bê damazrandin. Çekdanîn tenê bi nîşandana niyetê bi dawî nayê, belku mekanîzmayeke pêdivî ye. Ew kesên di vê desteyê de kar dikin divê 24 seetan ligel Ocalan di peywendiyê de bin, ji ber ku bi nîqaşkirina çend heftiyan carêkê, prose bi rê ve naçe."

Piştî civîna wê fraksiyonê, Tuncer Bakirhan di bersiva pirsyara rojnamevanan de li ser proseya çekdanînê û civîna çaverêkirî ya Encûmena Ewlehiya Nîştimanî ya Tirkiyeyê (MGK) di dawiya Mijdarê de got: "Ti çekdarên PKKê di Tirkiyeyê de nemane. Li Hewlêrê jî berpirsên Herêma Kurdistanê tekez kir ku li ser sînorên Tirkiyeyê ti xal nemane ku bibin gef û hêz ji kampan vekişiyane û vala kirine."