Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê rêberekî nû dipejirîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêberê Encûmenên Lêkolînê bi tevahiya dengan pejirand; ev yek jî wekî pêngaveke bingehîn di çarçoveya proseya çaksaziyê de di polîsên Kurdistanê de ye, bi merema yekkirin û standardkirina tevaya rêkarên lêkolînê di nav hêzên me yên Asayîşa navxwe de.
Bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, civîneke taybet li ser nîqaşkirin û nirxandina Rêberê Encûmenên Lêkolînê bi rê ve çû.
Wezareta Navxwe di ragihandinekê de diyar kir ku Rêberê Encûmenên Lêkolînê wekî yek ji rêberên serekî yên operasyona polîsan tê hejmartin, ku pêştir bi fermana wezarî ya hejmar 1075 di Cotmeha 2025ê de derketibû û ji heşt rêberên cuda cuda pêk tê.
Li gorî wê ragihandinê, ev rêber bi awayekî zanistî û qanûnî tevaya rêkarên lêkolînê di nav dezgehên polîsan de di dema bicihanîna erk û xizmetê de rêk dixe; ji wan jî proseya wergirtina gotin û guhdarîkirina şahidan.
Wezareta navbirî herwesa ragihand ku merema serekî ji darêjtinga vê rêberê jî ew e ku li seranserî Herêma Kurdistanê û di nav tevaya hêzên Asayîşa Navxwe de, rêkarên encûmena lêkolînê ligel standardên navdewletî û qanûn û rêkarên cezayî yên karpêkirî yekgirtî, hempa û hevaheng bin.
Di wê civînê de, piştî nirxandina berfireh a bend û madeyan û lihevguhertina nerînan, Rêberê Encûmena Lêkolînê bi tevahiya dengan hate pejirandin û bi liberçavwergirtin û bicihanîna komeka guhertinên pêdivî; herwesa biryar e di paşerojeke gelek nêzîk de ev rêber bi rengekê fermî bê derxistin û bê bicihanîn.
Danan û nivîsîna rêberên lêkolînê û tevaya rêberên operasyonan, pareka veneqetiyayî ji projeya giştgîr a çaksaziyê di polîsên Kurdistanê de, ku ji aliyê Wezareta Navxwe ve bo modernkirina hêzên Asayîşa Navxwe tê peyrewkirin.