Balyozê Ukraynayê: Kurd û Ukraynayî cengawerên baş in û gelek wekhev in

Ivan Dovhanych
Ivan Dovhanych

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Ukraynayê li Îraqê ragihand ku xala hevpar a Ukraynayî û Kurdan ew e ku şerker û cengawerên gelek baş in û dîrokeke tarî û giran hebûye, ji bilî wê yekê jî gelek rastgo ne û amade ne bibin dostên baş.

Balyozê Ukraynayê li Îraqê Ivan Dovhanych îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê ragihand: "Zêdetirî 700 kesên Ukraynayî bi awayekê herdemî li Îraqê dijîn, zêdetirî nîva wan jî ku dibe zêdetirî 400 kesan li Herêma Kurdistanê dijîn, piraniya wan jî li Hewlêrê û paşî li Silêmaniyê ne."

Ivan Dovhanych diyar jî kir: "Min nûnerên civaka Ukraynayî li Hewlêrê dîtin, ez dikarim ji we re bibêjim ku ew gelek razî ne û ez wekî balyoz spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, ku ew şert û merc durist kiriye ku Ukraynayî hest bikin ku li vê derê di mala xwe ya duyê de ne. Ez dizanim çend bizehmet e ku ew şert û mercên bên çêkirin û mirov li deverekê gelek aoz be."

Navbirî bal kişand ser wê yekê jî ku ev helwesta hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê gelek cihê rêzdariyê ye, Ukraynayî li vê derê ne penaber in û li vê derê hest bi aramiyê dikin û ez jî spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim.

Balyozê Ukraynayê li Îraqê di eynî demê de derheqa gelê Kurd de got: "Gelê Kurd di karesat û rojên gelek tarî re derbaz bûye, li Ukraynayê jî em bi vî rengî difikirin ku Kurd şervan û cengawerên bêkêmasî ne û neteweyek e ku dikare şerê dijminekî bike ku gelek ji wî bi xwe bihêztir e."

Ivan Dovhanych herwesa got: "Di cîhanê de jî em bi wê yekê tên naskirin ku dîrokeke me ya dijwar hebûye û Ukrayna jî li ser çend împeratoriyan hatibû parvekirin, em di nav zirareke mezin û rojên gelek tarî re derbaz bûn, di dema niha de jî Ukraynayî wekî şervanên baş tên dîtin û di şiyanên wan de ye ku li dijî her dijminekî şer bikin, lewma dibe ku di vê yekê de em gelek dişibin hev."

Balyozê Ukraynayê li Îraqê ew yek jî tekez kir ku Ukraynayî û Kurd gelek rastgo ne û amade ne bibin hevalên baş.