Li devera Barzan cureyekî kêmpeyda yê simoreyê hat dîtin

 Navenda Nûçeyan (K24) – Di destkeftiyeke nû ya zanistî û jîngehî de, cara yekem e li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê hebûna cureyekî kêmpeyda yê bi navê "Simoreyeke Erdê ya Asyaya Biçûk" bi belgeyan tê piştrastkirin û dikeve nav qeydên fermî yên pirrengiya biyolojîk.

Ev cureyê kêmpeyda ji aliyê wênesazê jîngehê Sabir Dirî ve hatiye dîtin û wêneya wê bi awayekî belgeyî hatiye kişandin.

Wênesaz Sabir Dirî ji Kurdistan24ê re ragihand, wêne niha ji aliyê çendîn navendên lêkolînê û zanîngehên navdewletî yên li Almanya û Hindistanê ve bi hûrgilî tên nirxandin. Armanca van lêkolînan ew e ku ev cure wek qeydeke nû ya zanistî ji bo pirrengiya jîngehî û faunaya Kurdistan û Iraqê bi fermî bê erêkirin.

Sabir Dirî diyar kir, ev ajal li nêzîkî gundê Dirî yê çolbûyî, ku dikeve devera Barzan li ser sînorê Tirkiyeyê, hatiye tomarkirin. Ev cure bi taybetî li Deşta Anatolyayê dijî û heta niha li jîngeha Iraq û Kurdistanê qet nehatibû dîtin an tomarkirin.

Li gorî agahiyên zanistî, Simoreyek Erdê ya Asyaya Biçûk girêdayî famîleya simoreyên e. Ling û boçika wê kurt in û xelekeke spî ya berbiçav li dora çavên wê heye. Rengê pûrta pişta wê di navbera qehweyîya vekirî û gewra ber bi zer de ye, beşa zikê wê jî ji pişta wê vekirîtir e. Dirêjahiya wê bêyî teriyê wê di navbera 25 heta 28 santîmetreyan de ye û ji mêyên xwe mezintir in.

Ev ajal bi giranî xwe bi tov, pel, giya û çiqilên nû yên şênkayiyan xwedî dike û carinan kêzikan jî dixwe. Sabir Dirî derbarê jiyana vî ajalî de got: "Ev ajal di nava rojê de çalak e. Ji bo xwe ji ajalên nêçîrvan biparêze û tê de rakeve, di bin erdê de tora çal û qulên kûr dikole. Herwiha li gorî guherîna werzan û rewşa keşûhewayê, ji bo demekê dikeve xewa zivistanê."

Li gorî pîvanên Yekîtiya Navdewletî ya Parastina Xwezayê (IUCN) û banka daneyan a cureyên guhandaran, ev ajal di kategoriya "Nêzîkî Metirsiya Jinavçûnê" de hatiye polênkirin.

Sedema sereke ya kêmbûna hejmara vî ajalî li cîhanê, ji ber têkçûna jîngeha wî ya xwezayî û veguherandina zeviyên kûvî bo zeviyên çandiniyê ye. Ji ber vê yekê, tomarkirina wî li Kurdistanê ji aliyê pisporan ve wek destkeftiyeke girîng a jîngehî li ser asta navneteweyî tê nirxandin.