Serok Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) –Serok Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Pirtûkan, ku dê ji bo dema 10 rojan berdewam be.
Serok Mesûd Barzanî îro Çarşem, 21ê Cotmeha 2026ê, Gera 18ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li bajarê Hewlêrê vekir.
Baregayê Barzanî ragihandiye ku ew pêşangeh ji aliyê Dezgeha Meda ya Ragihandin û Rewşenbîriyê ve hatiye rêkxistin, bi tevlîbûna zêdetirî 400 dezgehên çap û belavkirinê û bi amadebûna Serok Barzanî û hejmareke berçav ji mêvan û kesatiyên siyasî, rewşenbîrî, akademîk û rojnamevanan.
Herwesa gera îsal a vê pêşangehê di bin dirûşma "Ez Kurdistanî me" de dest bi karên xwe kir û dê ji bo dema 10 rojan berdewam be.