Lêkolînek: Nêzîkî 5 hezar stranên kurdî hatine dizîn û tirkîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Lêkolîneke berfireh a muzîkolojiyê aşkere kir ku 4 hezar û 971 stranên gelêrî yên resen ên kurdî, bi awayekî neqanûnî û bê destûrbo ser zimanê tirkî hatine wergerandin û wekî berhemên tirkî hatine nîşandan. Lêkolîner vê rewşê wekî "diziya hunerî" û encama zext û qedexekirina bi dehan salan a li ser ziman û çanda kurdî binav dike.
Lêkolîn ji aliyê lêkolîner û muzîkologê kurd Weysî Varlî ve hatiye kirin. Varlî di xebata xwe de zêdetirî 28 hezar stranên kurdî bi hûrbilî vekolandine û ew bi stranên tirkî re dane ber hev. Di encama vê berawirdkirinê de derketiye holê ku ji wan stranan, awaz û gotinên 4 hezar û 971 stranan hatine guhertin, li ser tirkî hatine qeydkirin û wekî mîrata muzîka tirkî hatine pêşkêşkirin.
"Mîna maleke wêranbûyî hat talankirin"
Weysî Varlî asta vê desteserkirinê rasterast bi zext û zordariya dîrokî ya li ser ziman û nasnameya kurdî ve girê dide û dibêje: "Ji ber fişar, çewisandin û qedexeyên dîrokî yên li ser ziman û çanda kurdî, berhemên hunerî yên kurdî wekî maleke talankirî lê hatine û bêparastin mane."
Varlî anî ziman ku ji ber vê sedemê, mîrata dewlemend a çandî û hunerî ya kurdî rûbirûyî cureyekî "nîjadperestiya çandî" bûye.
Di lêkolînê de tê tekezkirin ku tevî hemû hewldanên dizî, talankirin û asîmîlekirina melodiyên resen, muzîka kurdî wekî kevneşopiyeke zindî maye û bûye keleheke herî bihêz a parastina huner, çand û nasnameya gelê kurd.
38 sal ked û xebata bênavber
Muzîkolog Weysî Varlî yê 68 salî, ji sala 1988an vir ve bi awayekî bênavber van lêkolînan dike û stranên kurdî yên ku hatine tirkîkirin belge dike.
Berî ku berê xwe bide qada muzîkolojiyê, Varlî di navbera salên 1972 û 1988an de wekî muzîkjen xebitîbû û ligel hunermendên navdar ên wekî Dilgeş û Birader, her wiha di nava koma "Dengê Şoreş"ê de cih girtibû. Piştre wî dest ji sehnê berda û hemû jiyana xwe ji bo tomarkirin, piştrastkirin û peydakirina delîlên li ser desteserkirina mîrata muzîka kurdî terxan kir.
Ev xebat bi vekolîna zêdetirî 28 hezar stranan di heyama 38 salan de, wekî yek ji berfirehtirîn xebatên akademîk ên di warê belgekirina desteserkirina sîstematîk a muzîka kurdî de tê hejmartin ku bi belge û delîlên zelal 4 hezar û 971 dozên diziyê radixe ber çavan.