Siûdiyê 4 dron pûç kirine; bingeha Aramkoyê jî hat berdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku hevpeymaniya leşkerî ya erebî êxistina çar dronên Hûsiyan li Siûdiyê ragihand, ferman li karmendên kompaniya Aramkoyê hat kirin ku bingeha xwe berdin, ji aliyekî din ve jî Misir daxwaza çareseriya siyasî bo qeyrana Yemenê dike.
Li gorî zaniyarên du çavkaniyên agahdar ji ajansa "Frans Press" re, daxwaz ji karmendên kompaniya Aramkoyê ya Siûdiyê hatiye kirin ku bingeha xwe ya serekî li bajarê Zehranê berdin. Ev pêngav bi sedema pêşketina girjiyan û metirsiya êrîşên koma Hûsiyan bo ser dezgehên petrolê.
Pêş vê agahdariyê, Berdevkê Hevpeymaniya Leşkerî ya Erebî bi Serokatiya Siûdiyê Turkî Malikî li ser tora civakî ya "X"ê ragihand ku nîvroya îro Pêncşem, 22ê Cotmeha 2026ê, çar dron li deverên Riyad û Medîneyê êxistine.
Ji aliyekî din ve jî, Wezîrê Derve yê Misirê Bedir Ebdulatî di konferanseke rojnamevanî de got: "Pêdivî ye hemî rê bo bidestxistina çareseriya siyasî di navbera Siûdiyê û Hûsiyan de bên ceribandin." Herweha piştgiriya welatê xwe bo Siûdiyê tekez kir.
Ev nêzîkî sê hefteyan e ku Hûsî bi piştgiriya Îranê bi rengekê rojane êrîşan dikin ser balafirxane û dezgehên petrolê yên Siûdiyê. Şeva borî jî (Çarşem, 21ê Cotmehê), di encama êrîşeka Hûsiyan bo ser Siûdiyê de, du kes hatin kuştin û zêdetirî 10 kesan jî birîndar bûn.
Herwesa di 10ê Cotmehê de jî, êrîşî ser Balafirxaneya Riyadê hat kirin û bi sedema wê 13 kes hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, ku wekî êrîşa herî mezin li ser axa Siûdiyê di dema zêdetirî 10 salên borî de tê hesibandin.