Fraksiyona PDKê: Em bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê amade ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona PDKê li beranberî avahiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hemî aliyên pişkdar di parlamentoyê de kir ku pênagavan bo destpêkirina rûniştinên Parlamentoya Kurdistanê biavêjin û tekez li ser amadebûna xwe bo çalakkirina parlamentoyê jî kir.
Endamê Parlamentoya Kurdistanê ji Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Merd Elî Xale îro Pêncşem, 22ê Cotmeha 2026ê, di konferanseke rojnamevanî de li beranberî avahiya Parlamentoya Kurdistanê çend daxuyanî dan.
Merd Elî Xale ragihand: "Berpirsiyariya çalakkirina parlamentoyê li ser milê Nifşê Nû ye ji ber ku serokê rûniştina yekê ya parlamentoyê ji nifşê Nû ye, lewma em daxwazê ji wan dikin ku bo destpêkirina rûniştinên Parlamentoya Kurdistanê amade bin.”
Navbirî tekez jî kir: “Em bo çalakkirina parlamentoyê amade ne, herweha em daxwazê ji tevaya fraksiyonan dikin ku ewên kandîdên xwe bo desteya serokatiya parlamentoyê diyar kirine bo hilbijartina desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê amade bin."
Endamê Parlamentoya Kurdistanê herwesa got: "Em bo lihevkirineka siyasî di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de gelek cidî ne, bi merema dubare çalakkirina parlamentoyê. Heta niha ti pêşhateke nû bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne, herweha Nifşê Nû êdî opozîsyon nîne ji ber ku wan bi xwe ragihandiye ku hevpeymaniyek ligel aliyekî siyasî yê di nav hikûmetê de pêk aniye."
Merd Elî Xale behsa wê yekê jî kir ku Parlamentoya Kurdistanê cihê rengvedana dengê xelkî û birêvebirina proseyên qanûnî ye û got: "Fraksiyona PDKê xwediya zêdetirîn kursiyan e û destê alîkarî û hevahengiyê bo hemî aliyên ku dixwazin pêngavan bo destpêkirina rûniştinên parlamentoyê biavêjin dirêj dike, heta niha jî ti hevpeymaniyeka fermî nehatiye ragihandin."
Herwesa bi minasibeta derbazbûna du salan di ser birêveçûna proseya hilbijartinan re, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berî du rojan daxuyaniyek belav kir û tê de tekez li ser pêdivîtiya çalakkirina yekser a parlamentoyê, hilbijartina desteya serokatiyê û bicihanîna erkên qanûnî û dîrokî dûrî girêdana wan bi hevrikiyên siyasî ve kir.