Wezareta Xwendina Bilind wergirtina 878 derçûyên xwendina Kurdî yên Kerkûk û deverên Kurdistanî ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Xwendina Bilind û Vekolanên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtina 878 derçûyên dibistanên Kurdî yên Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li zanîngeh û peymangehên Kurdistanê ragihand.

Li gorî ragihandineke Wezareta Xwendina Bilind û Vekolanên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser rasperdeya Wezîrê Xwendina Bilind, rezamendî li ser wergirtina hemî derçûyên dibistanên Kurdî yên Kerkûk, Xaneqîn, Şingal û tevaya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bo sala xwendinê ya 2026-2027 hatiye dan.

Wezareta Xwendina Bilind amaje jî da: "Piştî ku dergehê pêşkêşkirinê bi rêya sîstema 'Zanko Line'ê bo derçûyên pola 12ê ya amadayî li pişka xwendina Kurdî li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatibû vekirin, bo îsal jî wekî salên borî, bi eynî pîver û komnimreyên derçûyên Herêma Kurdistanê, rezamendî li ser wergirtina 878 xwendekaran hat nîşandan."

Tevî pîrozbahîkirina li xwendekaran, di wê ragihandinê de hatiye: "Xelkê van deveran pareka resen û veneqetiyayî ya Herêma Kurdistanê û nîştimanê me ne. Em hêvîdar in di dema xwendina xwe de li zanîngeh û peymangehan, ew bikarin bi zanist û zaniyaran xizmeta welatê me bikin."

Di derheqa wan derçûyên ku heta niha navên wan nehatine de, Wezareta Xwendina Bilind eşkere kir: “Sibe În, 23ê Cotmeha 2026ê, sîstema ‘Zanko Line’ê bo dema çar rojan dê çalak bibe, daku ew derçû bikarin pişkeka din hilbijêrin ku ligel komnimreyên wan bigunce, bi vê yekê jî rêjeya wergirtina tevaya pêşkêşkeran li zanîngeh û peymangehan dibe %100.

Biryara wergirtina xwendekarên deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li zanîngehên Herêma Kurdistanê piştgiriyeke berdewam a dezgehên Herêma Kurdistanê ye, ji bo xurtkirina xwendina Kurdî û piştgirîkirina ciwanên wan deveran.