58 sal di ser damazrandina Zanîngeha Silêmaniyê re derbaz bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 58 sal di ser damazrandina Zanîngeha Silêmaniyê re derbaz dibin, ku ew navenda akademî yekemîn zanîngeha hikûmî ye li Herêma Kurdistanê.
Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê îro În, 23ê Cotmeha 2026ê, di salvegera damazrandina xwe de belav kir ku li gorî biryara hejmar 143 a ku di rojnameya fermî ya "Weqayî al-Iraqiye"yê de hatibû belavkirin, di Cotmeha 1968ê de dergehên xwe li ber şagirdan vekirin.
Ev navenda akademî di dîroka xwe de di çend qonaxên dijwar re derbaz bûye; wekî bombebarankirina rastrast a kempa wê li Qeladizê li Nîsana 1974ê ji aliyê rejîma Beisê ve, herweha li sala 1981ê bo Hewlêrê hat veguhastin.
Zanîngeha Silêmaniyê bi rêya kempên xwe yên cuda cuda, dehan kolêj û pişkên zanistî, herwesa ligel navendên vekolanê karwanê fêrbûn û zanistê li Herêma Kurdistanê bi rê ve dibe û her sal bi hezaran derçûyan di warên cuda cuda de pêşkêşî bazara kar û civakê dike.
Ji aliyê navdewletî û akademî ve, vê zanîngehê pêşkevtineke berçav bi dest xistiye; bi rengekî ku bi rêya peyrewkirina sîstema nûjen, dîjîtalkirina proseya xwendinê, xweguncandina ligel serdemê zîrekaiya destçêkirî (AI) û tomarikirina destkeftiyên jîngehî di ferhenga Guinnessê ya rekorên cîhanî, cihekê diyar heye.
Herwesa navê 18 vekolerên Zanîngeha Silêmaniyê di rêzbendiya kopîtka vekolerên cîhanê de (Top 2%) hataye tomarikirin, ku ev yek belgeya bilindbûna asta zanistî ya wê zanîngehê ye.