Mersûr Barzanî: Projeyên nû yên Zaxoyê bi sedan derfetên kar bo ciwanan peyda dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – "Ez dilxweş im ku careke din li Zaxoyê me"; Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê hevokê destpêkirina du projeyên mezin ên veberhênanê li îdareya serbixwe ya Zaxoyê ragihand û tekez kir ku armanca van pêngavan vejandina kerta bazirganî, geştyarî û afirandina paşerojeke geşitir bo ciwanên deverê ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşem, 25ê Cotmeha 2026ê, li ser hesabê xwe yê torra civakî ya “X”ê dilxweşiya xwe bi serdanakirina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi merema vekirin û danîna berê bingehîn ê du projeyên giring ên bazirganî û geştyarî diyar kir.

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir ku di çarçoveya serdana xwe de projeya stratejîk a "Global Development"ê ya bazirganî vekiriye, ku dibe tayê serekî yê belavkirina otomobîlên kompaniya cîhanî ya “Nissan”ê bo seranserî Herêma Kurdistanê û Îraqê; bi rengekî ku mehane nêzîkî du hezar otomobîlan ji wê navendê rewaneyî bazaran tên kirin û belav dibin. Ev yek jî pêgeha Zaxoyê wekî dergehekî serekî yê bazirganiyê bihêztir dike.

Di pareka din a peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da ku berê bingehîn ê projeya "MotorPlex Iraq"ê hatiye danîn, ku projeyeke modern a tevalî ye û wekî komelgeheke pêşkevtî ya werzişî û geştyarî xizmeta welatî û geştyaran dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser girîngiya aborî û civakî ya van destpêşxistinan kir û ragihand: "Ev proje bi hev re bi sedan derfetên kar ên nû bo ciwan û şêniyên deverê peyda dikin." Ev yek jî di çarçoveya karnameya hikûmetê bo paldana kerta taybet, rakêşana veberhênanê û pêşxistina hemî deverên Kurdistanê bi rengekî dadperwerane de ye.