Pêvajoya çareseriyê: Nêrînên desthilat û opozisyonê ji hev cuda ne

Diyarbekir (K24) – Di pêvajoya çareseriya pirsa kurd de her çiqas piştgirî daxwazek berfireh bo çareseriya pirsa kurd hebe jî hemu alî li gorî nêrîn û hêviyên xwe nêzîkî pêvajoyê dibin ku rayedarên desthilatê tevî hemu rexneyan dibêjin pêvajo bi awayeke baş dimeşe û wê encamên baş bi xwe re bîne, beşek ji opozîsyonê jî dê helwesta xwe li gorî pesendkitina çekdanîna PKKê nîşan bidin û avêtina gavan jî bi vê yekê ve girê didin.

Di pêvajoya çareseriya pirsa kurd de niha çavê raya giştî li wê yekê ye ku Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê çekdanîna PKKê pesend bike û piştî vê yekê jî yasaya pêvajoyê bikeve meriyete. Di vê çarçoveyê de DemPartî dibêje pêvajo dereng dikeve û dewlet gavên şênber nabêje û ev yek bandorek xirap li ser civakê dike û zirarê dide baweriya civakê ya bo pêvajoyê. Aliyê desthilatê jî dibêje bila civak hêviyên xwe biparêze û wê encamek baş di pêvajoyê de derbikeve holê.

Endamê Lijneya Polîtîkayên Çandiniyê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Mehdî Eker di vî warî de got: “Em ji pêvajoyê gelek hêvîdar in, em dibêjin wê di pêvajoyê de tiştên baş derbikevin holê ku wê dilê hemu aliyan pê xweş be.”

Aliyê opozîsyona derveyî DemPartiyê jî avêtina gavên şênber bi biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî ve girê didin û derbarê nasîna mafên perwerdehiya bi zimanê zikmakî de dibêjin nabe ku ji bilî zimanê tirkî zimanek din ê fermî hebe lê ew ne li dijî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ne.

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatih Erbakan jî ragihand: “”Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafek ê mirovên vê herêmê ye, dema welatî daxwaza vî mafî bikin divê dewlet cîbicî bike. Em dibêjin zimanê fermî ji 1î zêdetir be wê bibe pirsgirêk, lê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafek e. Em ti caran li dijî perwerdehiya bi zimanê zikmakî derneketine. Yasaya pêvajoyê jî bi piştgiriyek berfireh hat erêkirin lê ji bo cîbicîkirinê divê çekdanîna rêxistinê were pesendkirin.”

Desthilat dibêje pêvajo baş dimeşe û bila civak hêviyên xwe biparêze, opozîsyon jî dibêje ew ne li dijî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ne lê divê beri her tiştî bo avêtina gavan danîna çekan were pesendkirin.