Şam: Urdinê bêyî hevahengî êrîşî axa Sûriyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Hêza Asmanî ya Urdinê başûrê Sûriyê bombebaran kirin û di encamê de 7 kes hatin kuştin. Hikûmeta Sûriyê jî îdiayên Urdinê yên li ser hebûna "hevahengiyê" red kirin û wekî bertek deriyê sînorî yê Nesîbê girt.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Hikûmeta Sûriyê ku îro Sêşemê (27ê Cotmehê) hat belavkirin, êrîşa firokeyên şer ên Urdinê bêyî ti hevahengiyeke pêşwext ligel aliyê Sûriyê pêk hatiye. Şamê ragihand, aliyên pêwendîdar bi girîngiyeke mezin çavdêriya rewşê dikin û derbarê hûrgiliyên êrîşê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Rêveberê Tenduristiyê yê Der’ayê, Dr. Xalid Umyan aşkere kir, di encama van êrîşan de bîlançoya qurbaniyan gihiştiye 7 kuştiyan ku di nav wan de 3 zarok, jinek û kalek hene. Her wiha sê kesên din jî (du mêr û zarokek) birîndar bûne.
Umyan destnîşan kir ku bombebaranê xalên li devera el-Tef a ser bi bajarokê el-Mesmiyê ve, ligel derdora her du bajarokên Nesîb û Muzeyrîbê yên li gundewarên rojhilat û rojavayê parêzgeha Derayê armanc girtine.
Deriyê sînorî yê Nesîbê hat girtin
Piştî van geşedanan, Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikê ya Sûriyê biryar da ku deriyê sînorî yê sereke yê Nesîbê yê ligel Urdinê bi temamî were girtin.
Tevî vê yekê, hikûmeta Şamê da zanîn ku kanalên dîplomatîk ligel Urdinê vekirî ne û tekezî li ser giringiya hevahengiya ewlehî û meydanî ya hevbeş kir da ku serweriya axa Sûriyê û seqamgiriya herêmên sînorî yên her du welatan bê parastin.
Ev pêşhat di demekê de ne ku Artêşa Urdinê duh Duşemê ragihandibû ku wan wek “tolhildanekê” ji bo qurbaniyên êrîşa ser dêra li parêzgeha Kerekê, pêgehên rêxistinên terorîst li başûrê Sûriyê bombebaran kirine. Artêşa Urdinê di daxuyaniya xwe de îdia kiribû ku ev operasyon bi “hevahengî” ligel Şamê hatiye kirin.