Aiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser koçberên Girê Spî şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşên li ser karwanê koçberên vegerandî yên Girê Spî û şewitandina otombîlên wan, aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ev kiryar şermezar kirin û tekez kir ku berpirsiyariya van bûyeran dikeve ser milê Hikûmeta Sûriyeyê.

Piştî êrîşên li ser karwanê koçberên Girê Spî û şewitandina otombîlên wan, aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê ev kiryar şermezar kirin. Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) dibêje ku têkelî û reftara bi van Koçberan re hat kirin mîna kiryarên rejîma Beis a hilweşiyayî ne û divê garantî hebe ku koçber vegerin ser axa xwe ya dîrokî.

Yek ji xalên serekî yên lihevkirina 29ê Çileyê vegera Koçberan e lê her ku karwanekê Koçberan bi rê dikeve, arêşe jî pê re çê dibin. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) wesa dibîne ku rêgirtina li vegera koçberan nahêle ku lihevkirin bê bicihanîn û li pey vê yekê, aliyên ku tevlîheviyê dixwazin deverê ber bi şerekê navxweyî ve bibin.

Ne tenê Girê Spî, lê êrîşên bi vî rengî li ser karwanê yekê yê koçberên Efrînê û Serê Kaniyê jî çê bûn û ev êrîş xeterê li ser koçberan peyda dike, ku çarenivîsa koçberên mayî nediyar dihêle.

Hemî aliyên siyasî yên Kurdan hevnerîn in ku berpisyariya wan bûyerên ku li Girê Spî rûdane li ser milê Hikûmeta Sûriyeyê ne û divê garantî hebe ku Kurdên Girê Spî bikarin bi azadî û ewlehî vegerin ser mal û milkên xwe.

Komeka koçberên Girê Spî, dema ku gihiştin bajarê xwe û bizav kir ku malên xwe vegerînin, rûbirûyî êrîşan bûn, ew jî bêyî ku pêşwext hevahengî ligel Lîjneya Koçberên Girê Spî re hatibe kirin.

Li ser daxwaza rêveberiya wê deverê, komeka koçberên Girê Spî îro Duşem, 26ê Cotmeha 2026ê, vegeriya warê xwe lê di dema vegera wan bo bajarê wan de, êrîşî ser wan hate kirin û êrîşkeran otombêlên wan têk dan û zirareka zêde gehand wan.