Jêderek: Bi dronan êrîş li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn, îro 27ê Cotmehê, dengê sê teqînên bihêz li Bexdaya paytexta Iraqê hat bihîstin.
Derbarê vê bûyerê de jêderekî ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Bexdayê ji Kurdistan24ê re ragihand, dengê teqînan ji encama êrîşeke bi dronan li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Navçeya Kesk bû.
Li gorî gotina wî jêderî, ji ber vê êrîşa bi dronan, sîstema berevaniya asmanî li Bexdayê hatiye çalakkirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Seid Mein ragihand, ew dengê li Bexdayê hatiye bihîstin, ji ber xistina xwarê ya dronekê li derdora Navçeya Kesk bûye.
Serokê şaneyê aşkere kir ku cihê avêtina dronê nehatiye zanîn û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye têkşikandin; herwiha derbarê rûdanê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di dema borî de, Navçeya Kesk a li Bexdayê û Balyozxaneya Amerîkayê bi berdewamî rûbirûyî êrîşên mûşekî û yên bi dronan bûne. Ev êrîş gelek caran komên çekdar bi wan dihatin tometbarkirin.
Hêzên Amerîkayê ji bo bersivdayîn û têkbirina her gefeke asmanî, sîstema berevaniya asmanî ya ji corê (C-RAM) di nava kompleksa balyozxaneyê de bicih kirine.