Li Tirkiyeyê hejmarek rojnamevan bi tohmeta sivikatîkirina li Aliyev hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Tirkiyeyê li bajarên Stenbol û Enqereyê hejmarek çalakvan û xebatkarên medyayê bi tohmeta "bêrêzîkirina li hember Serokkomarê Azerbaycanê" desteser kirin.
Sedema van desteserkirinan vedigere wê yekê ku wan kesan li ser torên civakî rexneyên tund li polîtîkayên Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û biryara qedexekirina hîcabê girtibûn.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, nûnerê Stenbolê yê dezgeheke medyayî Mehmet Emîn Yildirim û nûnerê heman dezgehê yê parêzgeha Hatayê Ehmed Saba di nav kesên hatine binçavkirin de ne. Herwiha li Enqereya paytext jî du kesên din hatin desteserkirin û piştî wergirtina îfadeyan hatin berdan.
Mehmet Emîn Yildirim piştî berdana xwe ji rojnamevanan re diyar kir, lêpirsîna li gel wî di bin navê "bêrêzîkirina li serokê dewleteke biyanî" de hatiye meşandin, lê tekez kir ku ew ji helwesta xwe ya li dijî qedexekirina hicabê ya li Azerbaycanê paşde gavan navêje.
Ev pêla desteserkirinan piştî wê yekê rû da, Şêwirmendê Bilind ê Serokkomarê Tirkiyeyê Oktay Saral, ji ber rexnekirina biryara Azerbaycanê ya qedexekirina hicabê li dibistan û saziyên dewletê, bi fermana rasterast a Recep Tayyip Erdogan ji posta xwe hatibû dûrxistin.
Li aliyê din, Dozgeriya Giştî ya Azerbaycanê 31 welatî û kesayetiyên Tirkiyeyê wekî "kesên nexwestî" destnîşan kirin û ji bo girtina heft kesan ji wan fermana desteserkirinê derxist.
Hevdem ligel van geşedanan, Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di gotarekê de bi tundî bersiva wan daxuyaniyên ji Tirkiyeyê da û ragihand, ti mafekî exlaqî yê Tirkiyeyê tune ye bibêje welatekî serbixwe divê çawa tevbipirse û biryaran bide. Aliyev destnîşan kir ku Bakû bi ti awayî destwerdana di karûbarên xwe yên navxweyî de qebûl nake.
Beriya niha hikûmeta Azerbaycanê bi hinceta "parastina pergala laîk a welêt", li dibistan û dezgehên fermî yên dewletê lixwekirina hicabê û cilûbergên olî qedexe kiribû. Vê biryarê li navxweya Azerbaycanê û bi taybetî li Tirkiyeyê ji aliyê rêxistinên îslamî, rojnamevan û heta hin berpirsên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ve karvedaneke mezin û nerazîbûneke tund bi xwe re anîbû.