Guhdar Şêxo: Kurdistan24 rûyê rastîn ê pirojeyên hikûmetê bi cîhanê dide nasîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi helkefta 11emîn salvegera damezrandina Dezgeha Kurdistan24ê peyameke pîrozbahiyê weşand û ragihand, ev dezgeh bi dîtineke berpirsiyarane rûyê rastîn ê kar û xebatên hikûmetê radigihîne cîhanê.
Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro 31ê Cotmeha 2026an, bi helkefta salvegera damezrandina Dezgeha Kurdistan24ê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû karmendên vê dezgehê kir û tekez kir ku kanal bi vîzyon û dîtineke gelekî berpirsiyarane kar dike.
Guhdar Şêxo di peyama xwe de anî ziman ku Kurdistan24 dengekî gelekî bibandor e ku rûyê rastîn ê pirojeyên stratejîk û xebatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû cîhanê dide naskirin. Herwiha destnîşan kir ku ev dezgeh her tim di eniya pêşîn a romalkirina destkeftan û gavên avedankirinê de amade bûye.
Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê herwiha daxwaz ji rêveberiya Kurdistan24ê kir ku ofîs û qada xebatên xwe li devera Zaxoyê bêtir berfireh bikin û giringiyeke kûrtir bidin pirojeyên xizmetguzariyê.
Şêxo aşkere kir ku armanc ji vê daxwazê ew e ku Kurdistan24 wek şahidê zindî yê guherînan, hevparê wî karwanê mezin ê avadaniyê be ku li deverê birêve diçe û gihandina rastiyan ji bo welatiyan di rêza pêşîn a karên wê de bimîne.
Îro Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê 11emîn salvegera destpêkirina weşana xwe pîroz dike. Di dirêjahiya 11 salên borî de, vê dezgehê li ser bingeha lêkolînên zanistî û rojnamevaniya pîşeyî xebatên xwe meşandine û bûye pireke pêbawer di navbera Kurdistan û tevahiya cîhanê de.
Kurdistan24ê her tim hewl daye avedanî û hêviya gelê Kurdistanê nîşan bide û tekeziyê li ser parastina tevna civakî û aramiya derûnî ya civakê bike. Di destpêka 12emîn sala temenê xwe de jî, ev dezgeh veberhênaneke mezintir di şiyanên rojnamevanên ciwan de dike ji bo gihandina rastiyan û rûmalkirina rûdanan.