Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê pîrozbahiyê li salvegera Kurdistan24ê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Ofîsa Ragihandinê yê Serokwezîrê Iraqê, bi helkefta 11emîn salvegera destpêkirina weşana Dezgeha Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêveberî û karmendên kanalê kir.

Berpirsê Ofîsa Ragihandinê yê Serokwezîrê Iraqê Ebdulzehre Hîndawî îro 31ê Cotmeha 2026an, di peyamekê de bi boneya 11emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêveberî, stafa rojnamevanî û beşa teknîkî ya Dezgeha Kurdistan24ê kir.

Ebdulzehre Hîndawî di peyama xwe de anî ziman: "Hêviya serkeftin û pêşketina berdewam ji bo Kurdistan24ê dixwazim. Hêvîdar im kanal wek her tim berdewam be li ser pêşkêşkirin û rûmalkirina rasteqîne ya bûyeran wek ku hene."

Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê îro 11emîn salroja destpêkirina weşana xwe pîroz dike. Di dirêjahiya 11 salên derbasbûyî de, vê dezgehê li ser bingeha lêkolînên zanistî û xebata pîşeyî ya medyayê kar kiriye û di nava bûyerên herêmê de bûye pireke pêbawer di navbera Kurdistan û cîhanê de.

Kurdistan24ê her tim hewl daye avedanî, ked û hêviya gelê Kurdistanê nîşan bide û pêdagirî li ser parastina tevna civakî û aramiya derûnî ya welatiyan kiriye. Di destpêka 12emîn sala temenê xwe de jî, ev dezgeh bi veberhênana zêdetir di şiyanên rojnamevanên ciwan û pêşxistina platformên dîjîtal de gavên nû ber bi pêşerojê ve diavêje.