Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanan: Kurdistan24 dezgeheke medyayî ya pêşeng e
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi helkefta 11emîn salvegera damezrandina Dezgeha Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê weşand û ked û karkirina pîşeyî ya karmendên vê dezgehê bilimd nirxand.
Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Hendrên Ehmed îro 31ê Cotmeha 2026an, di peyamekê de ligel pîrozkirina salvegera kanalê, spasiya tevahiya karmend û xebatkarên Kurdistan24ê kir û ragihand: "Ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim û destê we yê westiyayî diguvêşim. Bi hêviya berdewamî û serkeftineke zêdetir ji bo we."
Hendrên Ehmed bal kişand ser rola bibandor a kanalê di nava qada ragihandina kurdî de û tekez kir: "Kurdistan24 dezgeheke medyayî ya pêşeng e." Herwiha di dawiya peyama xwe de hêviya pêşketina berdewam ji bo xebatkarên vê saziyê xwest.
Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê, 11 sal berê û hevdem ligel destpêkirina şerê li dijî terorîstên DAIŞê kete qada medyayê. Kanal bi zimanê kurdî û 5 zimanên zindî yên cîhanê, bûye sekoyeke niştimanî bo berevanîkirin ji qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina çanda pêkvejiyanê.
Di gava avêtina bo nav 12emîn sala temenê xwe de, Dezgeha Kurdistan24 tekeziyê li ser pîvanên neguher ên wekî pêşxistina rastiya nûçeyê li ser lezê, parastina rûmeta mirov û taybetmendiya malbatê, bexşîna hêviyê û her wiha hişyariya li hember zîrekiya destkird (AI) dike. Li ser van yekan jî bi pêşxistina platformên dîjîtal û veberhênana li ser şiyanên rojnamevanên ciwan gavan ber bi qonaxeke nû ve diavêje.