Parêzgarê Dihokê cîbicîkirina sê pirojeyên avê û dabînkirina 28 mînîbusan ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê ragihand, di çarçoveya bernameya berdewam a pêşkêşkirina pirojeyên xizmetguzariyê de, sê pirojeyên nû yên avê gihîştine qonaxa cîbicîkirinê. Herwiha biryara dabînkirina 28 otombêlan ji bo navend û peymangehên xwedan pêdawîstiyên taybet hate dayîn.
Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter îro 29ê Cotmeha 2026an aşkere kir ku piroje ji dabînkirina avê ji bo taxên nehiyeyên Zawîte û Mangêşkê û herwiha berfirehkirin û pêşxistina torên dabeşkirina avê li çend taxên navenda bajarê Dihokê pêk tên.
Her di çarçoveya piştgiriya çînên taybet ên civakê de, Parêzgarê Dihokê biryar da ku 28 otombêlên cureya mînîbus ji bo veguhastina karmend û fêrxwazên Navenda Otîzmê, Navenda Deng û çar peymangehên xwedan pêdawîstiyên taybet bên dabînkirin.
Ew saziyên ku biryar wan li xwe digire ev in: Peymangehên Hana, Hîwa, Awat û Rûnakî. Ev sazî ser bi Rêveberiya Çavdêriya Xwedan Pêdawîstiyên Taybet in û di bin serperiştiya Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî ya Parêzgeha Dihokê de xizmetê pêşkêş dikin.