Li Akrê birinc bi çanda zibareyê û bi dasan tê dirûtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Sûrçiyan ya girêdayî qezaya Akrê, werzê dirûtina birinc dest pê kiriye. Ji ber cihê erdnîgarî û asê yê zeviyên çandinê, amûrên modern nikarin li wê derê kar bikin, loma cotyar bi awayê erf û edetan û bi rêya çanda "zibare"yê bi dasan berhemên xwe didirûn.

Cotyarekî wê deverê ji Kurdistan24ê re amaje bi wê yekê kir ku devera Akrê bi giştî û devera Sûrçiyan bi taybetî di warê berhemanîna birincê kalitiya bilind de li rêza yekê ye.

Gelek cûnên birinc li vê deverê tên çandin, wekî: Birincê şeşmehî, Sedrî, Tehalif û Misrî. Wekî ku cotyarên deverê behs dikin, pareka zêde ya zeviyên birinc li ser gir û evraziyan hatine çandin, lewma derase nikarin di nav zeviyên bi vî rengî de kar bikin, ji ber ku ew tenê li nav zeviyên rast kar dikin.

Di wê rewşê de, yekane rê bo dirûtina birinc bikaranîna "das"an e lê ji ber ku bi girtina paleyan bo dirûtinê li ser cotyaran gelek giran e û zirarên darayî digihîne wan, ew penaya bo edetekê kevn ê deverê dibin, ku jê re tê gotin "zibare".

Di edetê zibareyê de, hejmareka zêde ya kesûkar, heval û xelkê gundên derdorê, wekî devera Bicîlê, kom dibin û bê beramber bo dirûtina berhema birinc di hewara hev diçin. Li meydana dirûtinê, zêdetirî 25 kesan bi hev re kar dikin û herwesa bi stiran, meqam û heyranên folklorî yên Kurdî westiyana hev vedirevînin û destikkên birinc li ser piştê vediguhêzin.

Bi gotina xelkê deverê, ev edetê kevn hêşta wekî xwe parastî ye û ji bilî ku barê giran û xerciyên li ser milê xwedanên zeviyan kêm dike, di eynî demê de viyan, tebayî û peywendiyên civakî yên navbera xelkê deverê jî xurttir dike.