Mîrê Êzidiyan: Kurdistan24ê qirkirin û azarên miletê me gihand hemû cîhanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Êzidiyan li Iraq û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg, bi helkefta 11emîn salvegera damezrandina Dezgeha Kurdistan24ê peyameke pîrozbahiyê weşand û tekez li ser rola vê dezgehê ya di gihandina dengê rizgarbûyî û qurbaniyên Êzidiyan de kir.
Mîrê Êzidiyan li Iraq û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg, îro 31ê Cotmeha 2026an di peyamekê de pîrozbahî li rêveberî û xebatkarên Kurdistan24ê kir û hêviya berdewamiya serkeftinê di cîbicîkirina erkên wan ên pîşeyî û mirovî de xwest.
Mîr Hazim di peyama xwe de anî ziman: "Di karwanê kar û xebatên Kurdistan24ê de, civaka Êzidî û pirsên girêdayî wan xwedî pêgeheke giring bûn; bi taybetî di wan qonaxên herî dijwar de ku bi ser gelê me yê Êzidî de hatin."
Mîrê Êzidiyan destnîşan kir ku Kurdistan24ê di veguhestina azar û siteman, tîrêjberdana li ser fermana qirkirinê (jenosîdê), gihandina dengê rizgarbûyî û koçberan û naskirina karesatên gelê Êzidî bi cîhanê re roleke berçav û dîrokî lîstiye.
Di beşeke din a peyamê de hate gotin: "Em vê rola ragihandinê û ya mirovî gelekî bilind dinirxînin û şanaziyê bi her hewlekê dikin ku beşdarî di xistinarûya rastiyan û parastina pirsên mirovî de kiribe."
Di dawiya peyama xwe de, Mîr Hazim Tehsîn Beg hêvî xwest ku Kurdistan24 li ser rêbaza xwe ya pîşeyî berdewam be û wek menbereke xurt ji bo gihandina dengê tevahiya pêkhateyan, bi taybetî civaka Êzidî û daxwaz û mafên wan ên rewa bimîne.